16 november 2018

Tirkiyê bela xwe di rengên kesk, sor û zer daye



Tirkiyê rengên ”kesk, sor, zer û spî” ji ber ku rengên ala kurd e li balafirxaneyên xwe yasax kiriye.

Benikê rengîn bi bahola(walîza)kê ve be li balafirxaneyên Tirkiyê benik jê dikin, baholê tahrîb dikin û hin caran jî îfadeya xwediyê baholê digrin. Dibêjin te çima ev benikê rengîn bi bahola xwe ve kiriye?


Wê salê diya min benikekî rengîn, kesk, sor, zer, spî yanî di rengê ala kurdî da min, got vî benika bi bahola xwe ve ke ji bo ku wexta girtinê tu rehet nas bikî.

Em diherin ku benikê me bi bahola me ve ye. 

Dema xanim çû me ew benik bi bahola wê ve kir. Di vegerê da li Diyarbekrê jê ra gotine vî benikê rengîn bi bahola xwe ve neke, di kontrolê da ewê bibe problem.

Li gorî jê ra gotine, kesên benikê rengîn bi baholan wan ve be ya jî hirbî, dismal, merkezêtên rengîn li serê wan, li dor stuyê wan be, pûlis dibêje ev rengeên ala kurd e û ji wan digrin, benik ji baholan dikin. 

Xanim dibêje min benikê xwe bi bahola xwe ve nekir, lê min bi çentê xwe yê destan ve kir, axirê polisan nedîtiye û bi silametî derbas bûye…

Mesele çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez niznaim, lê jê ra wer gotine. Ez bawer dikim ewê rast be, çimkî em zanin dewleta tirk û miletê tirk neyarên rengên kesk, sor û zer in. Pûlisên tirk û heta tirkên siwîl jî gava ala kurd dibînin dibin wek boxeyê çav li pace sor keve, dîn dibin, ala kurd kîmya tirkan xera dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE