28 november 2018

Tirkiye li hemberî kurdan şerekî mezin dimeşîne


Êdî zarok jî, kerr û kor jî zanin hukûmeta AKPê neyartiya kurdan ji xwe ra kiriye madeya yekem. Û heta Erdogan û koalîsyona MHP-AKPê li ser hukim be li tu beşekekî Kurdistanê ewê bela xwe ji kurdan venekin.

Lê ne hukûmet tenê, dewlet jî, hemû partiyên tirk jî, miletê tirk jî wek hukûmetê difikirin, ew jî dibêjin gerek li Sûriyê kurd nebin xwedî maf û desthilat. Azadiya kurdên rojava ewê azadiya kurdên bakur bi xwe ra bîne, ewê bibe destpêka azadiya kurdên bakur.


Lema jî ji bo ku kurd li rojava ji bindestiyê dernekevin û wek kurdên başûr nebin xwedî maf û desthilat, federasyon, hukûmeta AKPê her tiştî dike. Û di rojên pêş da ewê gelek tiştên xerabtir jî bikin. Dibê her kurd viya bizanibe.

Nuha hedefa Tikriyê ya yekem rojava ye. Lê dev ji başûr jî bernadin, dagirkeriya wir jî ewê bidomînin.

Ji bo ku kurd li Sûriyê azad nebin bi çeteyên Daîşê û îslamî ra Efrîn dagir kirin û haziriya êrîşên hîn mezintir dikin. 

Navên gundên Efrînê yên kurdî diguherin dikin tirkî. Li Idlibê eynî tiştî nakin, çimkî tenê neyarên kurdan e. Tiştê li bakur dikin, dixwazin li rojava jî bikin.

Tirkiye bela xwe tu carî ji kurdan venake. Nuha kurdên rojava û bakur di hedefê da ne. 

Tirkiye ji bo êrîşî ser rojavayê Kurdistanê, Kobanê, Serêkaniyê, Qamîşloyê û hin derên din bike û wan deran jî wek Efrînê dagir bike, haziriyeke pir mezin kiriye û heger ew û Amerîka li hev nekin sedîsed ewê erêşî kurdan bike.

Hêzên kurd dibê vê yekê bibînin û li hemberî vê êrîşa mezin bi hazirî bin û yekîtiya xwe ava bikin.

Haziriyên hilbijartinên belediyan, minaqaşeyên li ser wan hemû vala û bêmane ne, li Tirkiyê êdî ji bo kurdan tu qîmeteke hilbijartinan, parlamentoyê û dezgehên resmî yên dewletê tuneye.

Kurd bibin çi jî ewê bi darê zêrê ji kurdan bigrin. Yanî dibê em vê bizanibin û li gorî wê tev bigerin.
 
Heta Erdogan û hukûmeta wî li ser hukim be ewê nehêlin kurd li tu derê bibin xwedî desthilat, ewê her tiştî bi qerarnameyan îdare bikin û nehêlin kurd ji îmkanên legal feydeyê bibînin û di warê mehelî da xwe îdare bikin.

Lema jî dibê kurd xwe bi hilbijartinan zêde mijûl nekin û miheqeq tifaqeke netewî ava bikin.
Yanî yekîtiya netewî ji girtina çend belediyan pir muhîmtir e. 

Dewletê li hemberî kurdan herb îlan kiriye û kurd nuha di herbê da ne. Lê partiyên kurd hîn ev yek fêm nekirine. 

Lema jî hesabên belediyan û hilbijartinan û filan û bîvan dikin. Nuha ji minaqaşeyên hilbijartinan bêtir, dibê kurd li ser vê herba Tirkiyê bepeyivin û li gorî vê rewşa îstîsna gavan bavêjin.

Di hilbijartinên belediyan da şaşiya herî mezin kurd bi bêtifaqî  û perçe perçe têkevin hilbijatinan.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE