30 november 2018

Tirkiyê di 11 mehan da 14 kurdên başûr kuştin



Li gorî Rûdawê nivîsîye Tirkiyê îsal, di 11 mehên borî da di bombebaranên herêma Amediyê û Duhokê da 14 gundî kuştine.

Ji ber bombebaranên balafirên tirk tirsek mezin di nava xelkê herêmê da belav bûye û hatin û çûna navbera gundiyan qut kiriye. Ji tirsa bombebaranên balafirên tirk hin gundiyan zarokên xwe ji xwendingehan derxistine.


Hisên Mihemedê ji Amediyê ji Rûdawê ra gotiye:
”Balafirên Tirkiyê bi berdewamî herêmê bomberan dikin û ji ber wê yekê mamoste nayên dibistanên wan û zarokên wan ji xwendinê bêpar dimînin.”

Tirkiye bûye rêbir û zorbayê herêmê, welatan dagir dike, gundên welatên cîran bombebaran dike û hemwelatiyên welatên din dikuje û jê ra dimîne, kes nikane bibêje çima hûn vê zulmê li me dikin, kes nikane dersekê bide wan…

Ne hukûmeta Kurdistanê dengê xwe dike û ne jî Bexda. Û ji ber wê jî mêrikan bûne dîkê qoqo yê herêmê, dilê wan çi bixwaze wer dikin…

Îsal 14 kurd kuştine lê hukûmeta Kurdistanê ne doza tiştekî li wan kiriye û ne jî dilê xwe ji wan hîştiye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE