26 november 2018

Tirkî li Hewlêrê jî bûye zimanê bazarê !



Yekî bi nasnavê, bi mexlasa Darîan Dvîn, li ser serpêhatiyeke xwe ya li Hewlêrê di twîtta xwe da wiha gotiye:


”Li Hewlêrê min kesên ji Koreya Başûr nas kirin. Hemû jî kurdî fêr bûbûn. Li reyona penêr ya centrûmekê (AVM)yekî diyarbekrî bi mişteriyên xwe ra bi tirkî dipeyivî. Etîketên wî bi tirkî bûn. Ez bûm şahidê bi leşkerekî emerîkî ra tirkî dipeyivî, dixwest bi tirkî pênêr bifrota wî…”

Rast e, tirkan wir jî bi bêdengî dagir kirine, asîmîlasyona li başûr ne bi zor e, bi dilxwazî ye, kurd ji tirkî, ji Tirkiyê û ji tirkan hez dikin. Lema jî tirk û kurdên bûne tirk kanin li Hewlêrê tîcareta xwe bi tirkî bikin.

Meriv çû li welatekî bi cî bû, lê tîcaret kir, meriv zimanê wî welatî fêr dibe û ya herî normal jî ev e. Lema jî çînî û koreyîyên, bengalî û pakîstaniyên li Kurdistanê kurdî fêr bûne, tenê tirk fêr nabin û viya jî bi zanetî dikin. Hedefa wan siyasî ye, dixwazin kurdên başûr jî asîmîle bikin. Û sebebekî din jî ji kurdan nefret dikin, lema jî zimanê wan fêr nabin. Li welatên din wiha nakin, zimanê wan welatan fêr dibin, tenê li Kurdistanê wiha dikin. 

Ez du caran çûm başûrê Kurdistanê, cara pêşî di sala 2011a da, cara duyem jî di 2017a da. 


Di herdu caran da ez jî bûm şahidên bûyerên wek yên Darîan qal kirine. 

Tirkî li başûr bûye zimanê duyem û kurd heyranê tirkî ne. Li hin deran(aşxaneyan) karkiran ne bi kurdî, ne jî bi erebî nizanîbûn, tenê tirkî dipeyivîn.

Piraniya kurdên bakur pir pîs bûne, gelek jê bûne tirk û xulamên tirkan. Ev rastiyeke tahl e, feqet rast e.

Lê gelek kurdên başûr jî ji axaftina tirkî pir memnûn in, di her fersendê da dixwazin nîşanî meriv bidin ew tirkî fêr bûne. 

Li bajarekî Tirkiyê ne mimkûn e kurdek bi tirkî nizanibe û bikanibe tîcaretê bike, li dikan, aşxane û qahwexaneya xwe bi mişteriyên tirk ra bi kurdî bipeyive. Tirk ewê dara têvekin, ewê tavilê wî mekanî wêran bikin. 

Lê li başûrê Kurdistanê tirkekî bi kurdî nizane kane aşxaneyekê, qahwexaneyekê veke û wek li Tirkiyê be bi mişteriyên xwe ra bi tirkî bipeyive. Û mişterî jî qet aciz nabe û nabaêje tu çima bi kurdî nizanî, vira Kurdistan e, dibê tu bi kurdî bizanibî!

Bi rastî em kurd ne tu tişt in, em pûç in, em ji bindestiya tirkan hez dikin. Piraniya me wiha û ev radtiyeke.

Ji ber ku em ne layiqê dewletê ne lema heta nuha em nebûne xwedî dewlet, lema em hîn di bin destên faris, ereb û tirkan da ne.

Heger me bi çavê miletekî serbixwe li xwe binêriya, heger me qîmet bida xwe û zimanê xwe, me yê destûr neda tirk û kurdên bûne tirk li welatê me, li Hewlêrê me asîmîle bikin, me mecbûrî fêrbûna tirkî bikin. 

Ji ber ku em ne tu meriv in, ji ber ku şexsiyeta me ya netewî tuneye, pir zeîf e lema em qebûl dikin dikandarên tirk  li Hewlêrê bi mişteriyên xwe ra bi tirkî bipeyivin. Heta turîstan jî fêrî tirkî bikin.
Em ne tu tişt in û weselam…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE