16 november 2018

Swêdî bi destên xwe malikê li xwe diviritînin


Ev rehetî ji van swêdiyên totikvala ra namîne, îslamîst nuha ewê welatê wan jî bike wek welatên xwe....

Li Swêd krîza siyasî her ku diçe kûrtir dibe. Partî li ser xerîban, bi gotineke din li ser musilmanan û îslamîstan ketine gewriya hev û welat ev du meh û nîv e bê hukûmet e. Û her ku koçber tên îslamîst zêde dibin û ji bo civatê dibin gelş û tahlûkeyeke mezin.


Li gorî rapora pûlîsê îstîxbaratê(SAPO)785 îslamîstên meyildarê terora îslamî li Swêd hene û vana ji bo Swêd tahlûkeyeke mezin teşkîl dikin.

Bi baeriya min pûlisê Swêd, îstîxbarata Swêd, dewlet û hukûmet û partiyên Swêd radikvin, 785 kes reqeme pêkenînê ye; jimara çete û terorîstên îslamî û terdilxwaz û piştgirên Daîşê û terora îslamî bi hezaran in…

Ji meclîsê bigre heta bi dibistan û zarokxaneyan, mizgeftan, dera îslamîst tê tunebin tuneye. Di hin partiyan da xedî desthilateke mezin in. Komeleyên xortan yên çend partiyan di destên îslamîstan da ye. Şiklê jiyana îslamî li swêd wek ya Erebîstana Suûdî ye, îslamîst li Pakîstanê, li Suûdî, li Afganîstanê çawa dijîn, li Swêd jî bêyî ku destên xwe di av asar û germ da kin li ser dewletê wer rehet dijîn. Sêwêdî ev korfahm bin û ji vê xewa mirinê şiyar nebin, Swêd gav bi gav dibe welatekî îslamî…

Ev rehetî ji van swêdiyên totikvala ra namîne, îslamî ewê Swêd li wan bike dojeh...

Du meh û nîv bi ser hilbijartinan ketiye li Swêd hîn hukûmet tuneye, baskê rast û çep li siyaseta li hemberî îslamîst, musilmanan û koçberan li hev nakin. Baskê rast dixwaze li hemberî îslamîstan û koçberiya  zêde û bêser û ber bigrin û li hundur jî li ser wan hinekî bijidînin, lê baskê çep û keskan qebûl nakin. Lê tu alî jî bi serê xwe nikane hukûmetê ava bike, rayên wan têr nake. Û lema jî hewildanên avakirina hukûmetê yek li pey yekê têk diçe.

Bi kurtî perîşan bûne, siyaset li Swêd bûye lîstika zarokan û komedî. Tiştê îslamîst û xerîban anîne serê swêdiyan neyê serê dijminê min. Heyfa vî welatê xweş û vî miletê dilpak.

Lê îro serokên hemû partiyan pir nezan in, ne ew kesên kanibin di vê merhelê da Swêd îdare bikin, vana ne ew kesên di vê dema pir taybet da bibin rêber û pêşengên civatê û welatekî.

Serokên swêdiyan yên îro Swêd bat kirin, gav bi gav berbî kaoseke pir mezin ve dibin û haya wan ji wan û ji gelş û ji felaketa li pêşwan tuneye. Rebenan hîn li ser rasîzmê li hev nakin, efndim filan partî rasîste lema jî eem alîkariya wê qebûl nakin. Û lema jî hukûemt ava nabe.

Ji hemû serokên partiyan yek jî ne xwediyê wê kapasîteya welatekî îdare bike, hemû jî pir nezan û reben in. Lê Swêd gav bi gav berbî kaoseke mezin ve diçe û sebebê vê jî îslamîst, koçberiya musilmanan û afrîkî ne, partî li ser wan li hev nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE