26 november 2018

Sibehekê jî bi maçekê min şiyar bike !




Dîk bi berbangê ra ji pînê derket û dest azanê kir. Bi azana dîk ra mirîşk ji xewa sibê ya şîrîn jiyar bû û bi gazin û nazdarî ji dîk ra got:
-Hema sibehekê jî ne bi azanê, bi maçekê min ji xew şiyar bike, qey ewê kevir bibare !


XXX
 Îcar dora min a...


Li Stenbolê li kolana Taksîmê yekî kurd xwar bûbû qeytna sola xwe girê dida. Jineke tirk bêhemdî ji pa ra lê qelibî, got ”pardon”!
Yê kurd got:
-Pardon mardon tuna, pa bi Xwedê îcar dora min a…




XXX


Min ji dêl te ve ava pîs vexwar

Du dîn bi teqala hev ketibûn û dimeşiyan. Ji dînan yekî got:
-Ez tî me, ezê herim avê vexwim.
Dînê din got:
-Ê hey tu diherî, xêra miriyên xwe ji dêl min ve jî vexwe. Ez jî tî me.
Got baş e û çû. Bîstek derbas bû bi rûkenî hat. Tim keniya. Hevalê wî got:
-Tu bi çi dikenî?
-Min ji dêlî xwe ve ava paqij û ji dêlî te ve ava pîs vexwar…


XXX
Şivanê baş...
 Li Romaya kevn waliyê eyaletekê ji Qeyser Tîberîus Nero ra got baca milet dide hindik e, dibê tu bacê zêde bikî. Tîberius li walî guhdarî kir û dû ra ev bersîv dayê:
-Şivanekî baş hiriya pezê xwe dibirre, lê belê pezê xwe naguro.


XXX

Were em bi hev ra parsê bikin

Parsekê ber mizgeftê ji sofî sedeqeyek xwest.
Sofî got “tuneye.”
Dîsa got:
-Bira ji bo riza Xwedê be, bira sedeqa serê zarokên te be!
Sofî dîsa got:
-Xwedêjêrazî min got tuneye !
Yê parseke dev ji sofî berneda, got:
-Ma deh qurşê te jî tuneye?!”
Sofî got:
-Lawo bi navê Xwedê pênc quriş jî min ra tuneye!
-Ê wê demê hema were li kêleka min rûne, em bi hev ra parsê bikin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE