04 november 2018

Şevbêrkek ji hevaltiya 40 salî



Em çend heval do êvarî mîvanên Vîldan Saîm Tanrikulu û Şukran xanimê bûn. 

Şeveke pir xweş bû. Me geh kêf kir, me geh bi siyasetê serê hev kerr û gêj kir. 

Em rûniştin heta derengê şevê, me carnan qala roj û demên borî kir, carnan jî teqreq û teşxeleyên îro lê zêde kir.


Dilê me tije ye, derdê me pir e. Her kesî ya xwe got, bi piranî kesî ya kesî qebûl nekir.


Her kes bi heq bû, kesê şaş û neheq tunebû.

Lê ev ne cara pêşî bû, bi vê yekê berê her kesî zanîbû. 

Bi vî hawî me sohbet û şevbêrka xwe bi saxî û selametî, bê xeyd û dilêşî qedand û bir serî.

Ev jî ne xerab e, 40 salan domandina vê hevaltiyê serketineke, hêjayî teqdîrê ye. Ev rastiyek e.


Şukran û Vîldan ji me ra meftûne û gelek xwarinên xweş çê kiribûn. Min rejiim nekira minê meftûneya Şukran xanimê pir bixwara, pir xweş bû. Ji xwe xwarina herî zêde min xwar jî meftûne yanî tirşika bacanan bû.

Em hevalên li Stockhomê dimînin salê çend caran wiha tên ba hev. Adeteke xweş e. Meriv kane li welêt jî bike adet.

Gelek spas ji bo mazûbanî û mîvanperweriya xweş ya Wîldan û Şukran xanimê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE