15 november 2018

Sebebê bindestiya me ne ji ber xurtiya dijmin, ji ber bêtifaqiya me ye


Gotineke emerîkiyan heye, dibêjin ”Yekbûn destpêk e, domandina yekîtiyê pêşketin e, xebata bi hev ra serketin e.”

Me kurdan hîn şertê pêşî bi cî neaniye, me hîn yekîtiya xwe çê nekiriye. Her partiyeke me li têlekê, li meqamekî dixe.

Siyasetmedarên me siyasetê ne li gorî şert û realîteya welatê me, li gorî hest û îdeolojiyên xwe dikin.

Dijminên me dema hewece be hemû dijayetiyên nabêna xwe didin aliyekî û li hemberî me dibin yek.

Lê belê partiyên me gelşên xwe yên siyasî, îdeolojîk û şexsî tu carî nadin aliyekî û li hemberî dijminên xwe yê mişterek nabin yek. Û ji bo wê jî ew tim têk diçin yek bi yek.

Dibê em baş bizanibin sebebê bindestiya me ya heta nuha ne ji ber pirbûn û xurtiya dijminên me ye, ji ber bêtifaqiya me ye. Gava em bêtifaq in dijminên me rehettir zora me dibin.

Roja hemû serokên kurdan û hemû partiyên xwedî hêz berjewendiyên netewî di ser berjewendiyên xwe yên şexsî, partîtî û malbatî ra girtin, a wê demê emê kanibin zora dijminên xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe. 

Heta partî neyên vê nuxtê, heta serok azadî û serxwebûna Kurdistanê di ser her tiştî ra negrin halê me ewê tim ev halê perîşan be, emê gavekê bi pêş da û du gavan bi paş da herin, emê tu carî ji bindestiyê xelas nebin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE