01 november 2018

Şair hinekî delodînî ye



-Şair, tiştekî basksivikê îlahî ye, heta îlhamê negire, heta xwe wenda neke, gava li ser hişê xwe be nikane tiştekî binivîse.

Ez nizanim kê ev gotin gotiye, lê kê gotibe rast gotiye. Bi rastî jî şair benderuhekî “îlahî “ ye, dibê hinekî delodînî be...
Şairê dil bixeyidîne û zêde guh bide aqil nikane bibe şair.


Ne hewceye tu ramûsanekê kerem bikî
belkî tu bibêjî ew zêdeyî serê te ye
kenê te têra min dike,
ew jî kane vî dilî aş bike
///Zinarê Xamo

Ruyê xwe ji min negerîne
Berê xwe bi min da ke
hewqasî zalim nebe
Bira ji bo xatirê Xwedê be
hinekî bimizice
birîna vî dilê reben xedar e
ewê bikewîne
jê ra bibe derman e
///Zinarê Xamo

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE