02 november 2018

Rojê saetekê bimeşin û hemû nexweşiyan ji xwe dûr xin



Kovareke sendîka me teqawidan bi navê ” Här&Nu”  yanî ”Vira û Nuha” heye. Ji du mehan carê dertê. Naveroka wê bêtir li ser xwarin, vexwarin û siheta me kal û pîran e.

Di vê jimara 5a da dibêje berê jî dihat gotin, lê bi lêkolîneke din jî tê îspatkirin rojê nîv saet meş(ger, pîyase kirin)ji bo sihetê pir baş e, rê li ber felcbûnê (enfarktûsa mejî; strokê)digre. 


Lê helbet ne ev tenê, gelek feydeyên wê yên din jî hene.

Ê heger were be min felc melc ji xwe dûr xistiye, ji der dora xwe celî kiriye. 

Här&Nu råpel 10

Çimkî ez rojê ne nîv saetê, herî kêm saetekê, saet û nîvekê dimeşim. Wê demê felc, melc nêzî min nabe.

Bi texmîna min her roj li dora 5-6 km. dimeşim. Darê minê gerê jî heye lê ji zû da ye bi kar naynim. Bi xêr kînga xanim hat emê carê darên xwe derxin…

Di nivîsê da dibêje dibê meriv nelezîne, bi tempoyek normal bimeşe baştir e. 

Çi tesadufek baş, ez jî eynî wer dimeşim, tu carî nalezînim, zû nameşim. 

Carnan hin kes dibêjin vizzz, wek gulê ji min dixericin. Lê ez wer nakim, meşa min ne zêde hêdî ye û ne jî zû ye, swêdî dibêjin ”lagom”, yanî ”ne kêm ne zêde, ne pir ne hindik, normal ”. 

Tabî meş ne tenê ji bo kalên wek min baş e, ji bo her kesî baş e, dibê meriv li ser xwe bigere, hereket bike, ji bo ku meriv bi rûniştinê kulêmekî û bawî nebe.

Temiya min li we, heger wexta we hebe, çi xort û çi jî kal û pîr, rojê li dora saetekê bimeşin. Qîmeta canê xwe bizanin, nexweşî ne xweş e, meriv pê ra perîşan dibe.

Ji min ra dibêjin here ajnê bike, ajnê jî pir baş e. 

Yek, ez baş ajnê nizanim, ne ajnêber im. Li Swêd hinekî fêr bûm, lê ne baş. Dibê av ne kûr be. Ji ava kûr ditirsim.

Ya din jî ez di xwe ra nabînim. Gerek herim hewz, kincên xwe deynim, têkevim hewz. Dû ra avê li xwe kim. Dîsa kincên xwe li xwe kim. Welhasilîkelam hing û dinga wê pir e.

Lê hewzê me par tahmîr kirin, ezê carê herim bibînim. Belkî bitahmijimê û heftê du sê caran herimê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE