13 november 2018

Qeyûmê dewletê peykerê Ehmedê Xanî perçe kir



Qeyûmê dewleta tirk yê Qersê peykerê Ehmedê Xanî da perçekirin. Xerakirina sembolên kurdan yên netewî û peykerên mezinên kurdan berdewam e. Qeyûmê dewletê yê Dîgora Qersê, peykerê Ehmedê Xanî da rakirin.


Ev ne cara pêşî ye hukûmeta AKPê sembolên kurdî û peykerên şair û mezinên kurdan radikin. Berê jî li Bazîdê û li çend derên din jî eynî tişt kirin.

Erdogan çar sal berê ji bo xapandinê gelkî pesnê Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî da û got ”helbestên Fuzûlî çawa tesîrê li ruhê me dike, yên Ehmedê Xanî jî bi eynî rengê hestên me dixe tevgerê.”

Lê îro jî qeyûmê Erdogan peykerê eynî Ehmedê Xanî bi zomp û bi vîncê dişkîne. Dema pesnê Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî dida hewcedariya wî bi kurdan hebû, lê nuha îşê xwe qedandiye û hemû dewlet xistiye destê xwe, lema jî êdî peyker û sembolên kurdan yên netewî radikin.

Lê sûcê kurda ye, heger kurdên AKPê roja pêşî li hemberî vê heqaret û bêhurmetiya wan bêdeng nemana, gava li Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî rakirin, çend parlamenteran û bi hezaran kurdî serî hildana, bigotana em qebûl nakin hûn vê heqaretê li me bikin û ji AKPê îstîfa bikirana, îro li Dîgorê jî ev tişt nedibû. 

Lema jî heta kurdên bûne xulamên dewletê û Erdogan bêdeng bimînin, ewê jî bêtirs hîn tiştên wiha bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE