30 november 2018

Nivîsandin tiştekî xweş û bi feyde ye



Tenê qîmeta fikrê derbasî nivîsê dibe heye, yên din hemû ji kefteleftên, ji xeyalên bi ber bê dikevin wêdatir ne tiştekî din in.

///Emile Zola


Heger meriv dixwaze her tiştê di jiyana xwe da dîtiye, jiyaye bi xwe ra nebe gorrê dibê binivîse; ya wek bîranîn, ya wek rojane, yanî bi hawakî binivîse.


Her tiştê neyê nivîsîn bi meriv ra dikeve gorrê.

Însan dimre lê nivîs namire, nivîs baqî ye...
”Gotin difire, nivîs dimîne.”

Pêşiyên me nenivîsîn, nikanîbûn binivîsin, îmkanên wan yên nivîsînê tunebû. Lema jî tarîxa xwe û ya me, ya miletê kurd bi xwe ra birin gorrê.

Lê îro nifşê me wek bav û kalên xwe ne bêîmkan e, em kanin binivîsin. Îmkanên me yên nivîsandinê pir û hêsan e. Bi kêmanî em kanin hin tiştan, hin serpêhatî û bîranên xwe bi xwe ra nebin gorrê, ji mirinê xelas bikin. Ev mimkûn e. Heger em tembeliyê nekin em kanin gelek tiştên sibe ewê zarok û neviyên me ra û ji tarîxa me ra lazim bin li pey xwe bihêlin.
Tarîxa miletan yekûna tarîxa şexsan e.

Tarîx, zeviyê miletan e, her civatê berê, di rabirdû da çi çandibe, di pêşerojê da ewê wiya biçine.
///Voltaire

Fêrbûna nivîsandinê, berî her tiştî fêrbûna fikirandinê ye.
///Amiel Suche

Nivîs, merivê di heqê xwe û serdema xwe da dinivîse, di esasê xwe da di heqê hemû însanan û serdeman da dinivîse.
///Bernard Shaw

Tenê qîmeta fikrê derbasî nivîsê dibe heye, yên din hemû ji kefteleftên, ji xeyalên bi ber bê dikevin wêdatir ne tiştekî din in.
///Emile Zola

Xwendin meriv dadigre, axaftin hazir dike, nivîsandin kamil dike.
///Knut Hamsun


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE