18 november 2018

Navê gêzera me bûye "hûço" û yê şînê jî bûye "yas" !



Cergî xanim hatiye ji min ra piço piço qala hin sosiretên, hin tiştên dîtiye û bihîstiye dike.

Bîstek berê em ji gerrê hatin, min sarîncok vekir û hin mêwe û sebze jê derxist. Du sê gêzer nerm bûbûn min yek avêt û yek jî qaş kir, ji bo bixwim. Ji min ra got mahrûmo tu zanî navê gêzerê li wir hatiye guhertin, bûye tiştekî din.


Min got ecêba giran, çawa hatiye guhertin?

Got wele, navê gêzerê kirine ”hûço ya jî haço, tiştekî wiha…!” 

Min got  îcar ”hûço”?

Got:
-Bi Xwedê jê ra digotin “hûço mûço”,  yanî navekî wiha lê kirirbûn. Nayê bîra min çi nav bû. Rojekê zarok hatin hundur, ez tenê li hundur bûm, gotin em “hûço”  ya jî “haço” dixwazin…”!  

Xanim fêm nake, ban dêya wan dike, dibêje keçê hela were ev gedana hûço mûço ji min dixwazin, hûço çi ye?

Jinbira wê dibêje gêzerê dixwazin…

Li ser vê, xanim dibêje ez bi wan da xeyidîm, min got careke din hûnê ji gêzerê ra nebêjin “hûço mûço”, navê wê gêzer e....

Ji ber ku xanima min û zarokên min bi tirkî nizanin, lema jî nizane bi tirkî ji gêzerê ra dibêjin “havûç”!

Dibêje, “tiştekî din kjî bala min kişand, dema zarokan bi hev ra dilîstin ji hev ra digotin “bax bax…”

Yanî ji deli zarok ji hev ra bibêjin “binêre binêre, mêze mêze”, bi tirkî dibêjin “bax bax” yanî “bak bak”…

Xanimê ev gotin jî li wan qedexe kiriye, dibêje min got “hûn careke din li vî hundurî nebêjin “bax bax”, li vê malê “bax bax” yasax e, hûnê bibêjin “mêze mêze ya jî binêre binêre…”

Dema şîna e bibe “yas”, gêzera ma bibe “hûço” û mêze mêze”ya me jî bibe “bax bax” tirkan pişt li me şikandine, hindik maye zimanê me gorr bikin û dû ra jî me…

30 sal berê gava min ev felaketa netewî texmîn dikir û digot bi tirkî nenivîsin û yên dinivîsîn rexne dikir, broşor li ser min nivîsîn, gotin “Zinarê Xamo bûye keça pîrê, ji bo ku navê wî belav bibe bi kaniyê da pîsiyê dike…”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE