25 november 2018

Musîbeta hatiye serê me neyê serê kevir û kuçikan !



"Birako, musîbeta daketiye serê milê vî miletî, musîbeteke bi qasî ya dojehê ye. Ne xew bi min ra hîşt, ne jî îştah."
Bedîuzzeman Seîdê Kurdî.


Tiştekî meriv li van gotonên Seîdê Kurdî zêde bike tuneye, musîbeta hatiye serê me, neyê serê kevir û kuçikan. Dojeh, cahnimeya li wê dinyayê qala wê tê kirin jiyana me kurdan bi xwe ye, em 40-50 milyon kurd tam di orta dojehê, cahnimê da dijîn. 

Emê çawa ji vê musîbeta mezin xelas bibin nizanim. Di vê dojehê da em hemû kurd bûne nîvmerî, seqet bûne. 

Lê ya xerab haya gelek kurdî ji vê jiyana zelûl û rezîl tuneye, xwe wek merivên azad û bextewar dibînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE