24 november 2018

Min zanîbû her kes kal dibe...


Sal û roj derbas dibin, 

însan kal û pîr dibin 


û dû ra jî dimrin 


û ji vê dinya ronak bar dikin, 


berbî gerdûneke ne diyar ve koç dikin, 


diherin, 


diherin 


û ji vê rêwîtiya bêvegr hew vedigerin.



Min zanîbû her kes kal û pîr dibe,


û min zanîbû her kes rojekê dimre


lê min nizanîbû rojekê were ezê jî kal bibim 


û bi hesret li roj û salên borî 


û li mirinê bifikirim.


Ji mirinê qet natirsim.


Ez zanim tirs bêfeyde ye,


li xerebîstanê


ji ruh û dil ra dibe kuleke bi rîşî


û barekî zêde ye.


Tenê ji jiyanê hez dikim,


û hesreta salên borî


û rastiya jiyana ya tahl dubra dikim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE