19 november 2018

Min go ma hûn vî artîstî nas dikin ?



Pirseke min ji we dost û hevalan heye. Ev xortê kurd di salên 1970 û 80î da artîstekî pir bi nav û deng bû, îdolê keçan bû. Nuha bûye kokime piştxûz, ketiye ber destan, kes li ruyê wî nanêre.
Gelo hûn wî nas dikin?


Aso Zagrosi Zêr, zêr e li ku be û di kîjan salê de bijî winda nabe!!!

Mahfuz Yildiz Niha ew dîsa idol e lê bi awayek din. Ma ev hindik e!

Ferid Swerek Mamoste gotinen te cwanin,berhemin te te cwan dike.

Mehmet Gültekin Kek Zinar, em ne keç bin jî, lê em dîsa jî herroj li wî dinêrin, rûyê wî jî, gotinên wî jî meraq dikin.

Mehmet Burhan Ektiren Belê waya Serokê ddk ê Wahap Kûmrûaslan ê jê nû ha û pêvê serkeftin jêre dûxwazim.

Niyazi Cetinok Tu bawer bike min nas nekir.Hela bibejě min meraq kir ew kes kī ye.

Bube Eser Ma kî/ê vî camêr bi temenê xwe mezin, bi dilê xwe ciwan nasnake.

Mem Dogala Ew camêr reyîsê xorta ye. Kal be jî dîsa gelek xort nikarin pêre bibezin. Xwedê temenê wî dirêj bike.

Zinarê Xamo Bîstik berê xanim li tiştekî digeriya. Min jî bala xwe da van her du rismên xwe û dilê min bi halê min şewitî.
Eybe e meriv pesnê xwe bide, lê hûn jî dibînin di xortaniya xwe da ji Brad Pîtt ne kêmtir im.😭
Meriv kal bibe jî dil kal nabe.

Zinarê Xamo Gelek spas ji bo şiroveyên we. Carnan jî dibê em bikenin...

Vildan Saim Tanrikulu 😂😂Welle helal be ji te re û tesawira te re.😂😂👏👏🌹🌹

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE