17 november 2018

Maşalê heta ez vegerim Keşe bernedin...


Law li vê dinyayê her kes li berjewendiyên xwe difikire, gunehê kesî bi kesî nayê.

Xanim ji min ra dibêje dema ew li welêt bûye tim ji der û dora xwe ra gotiye maşalê heta ez vegerim keşe (Andrew Brunson) bernedin.

Min bi meraq got ”ji bo çi?”


Got, ”keşe nehata berdan qîmeta perê Tirkiyê diket û ev jî ji bo min baş bû. Lema jî min digot înşelah heta ez li vir im keşe bernedin, piştî ez çûm bira berdin. Lê ji şansê min ê xerab ra zû berdan û perê wan dîsa bilind bû….”

Hûn dibînin însan çi zalim in, ji bo çend qurişan xwestiye keşeyê dostê me neyê berdan….

Mahfuz Yildiz Te got qê Jinapa me bitênê ye. Dostekî min jî 400 Hezari kiribû dolar û dua vî her neberdana keşê reben bû :)

XXX

Xortekî ji min ra gotiye, ”Mamoste tu qet nawestî ? Wele ez heyrana hêz û enerjiya te me.”
Na nawestim. Ma dijmin diweste?

Ferdê miletekî bindest, miletekî êsîr, biçûk û mezin, kal ûpîr, jin û mêr, keç û law dibê tim ji bo azadiya xwe bixebitin. Ji destê kê çi tê bike. Tiştê ji destê min tê ev e, ez wê dikim.

Ez wexta xwe nadim tiştên vala, zewqên şexsî; dixwînim û dinivîsim. Hêvî dikim bi qasî misqalekî be jî feydeya van nivîsên min digihîje kurdan...
XXX
Hukûmeta AKPê di tayina mamosteyan da 3 mamoste dane ji bo dersên kurdî; dudu ji bo kurmancî, yek jî ji bo zazakî.

Bi tayina van 3 mamosteyan Wezareta Perwerdê xwestiye nîşanî kurdan bide ew henekê xwe bi kurdab dikin, kurdan naxin dewsa însên, ew kurdan wek ”fasa fîso” dihesibînin. 

Ji bo erebên Sûriyê bi hezaran masmoste tayin kirine, lê ji bo 25-30 milyon kurdî kadroya 3 mamoste wek pêkenîn, wek heqaret dane kurdî

Heta kesên wek Savci Sayan, Ozcan Tikit, Bercan Tutar, Idris Kardaş, Huner Muzûrî û bi hezaran kesên wek wan hevalbendên dewletê bin, dewletê tu carî kurdan nexe dewsa însên, ewê tim henekê xwe bi kurdan bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE