17 november 2018

Li Tirkiyê par 2,7 milyon kesî cî guhestiye



Li gorî rapora Dahîra Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di sala 2017a da li Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 684 hezar û 820 kesan bajarê xwe guhertine. 

Di salekê da 2, 7 milyon însan cî û warê xwe biguherînin reqemeke pir mezin e, ancax li welatekî herb lê hebe koçberiyeke hewqasî mezin çê dibe. 


Ev koçberî nîşan dide li Tirkiyê û li Kurdistanê îstîkrar û huzûr tuneye, bêkarî pir e, însan ne di nav aewlekariyê dane.

Însan ya ji ber zulmê, ya jî ji ber bêdebariyê bajarê xwe û cî warê xwe diguhezin û koçî derên din dikin.

Tiştî pir balkêş, li gorî rapora TUIKê, li Kurdistanê bajarê herî bêtir koçber girtiye Şirnex e. 

Di raporê da nayê gotin gelo yên koçî Şernexê kirine şernexî ne paş da vegeriyan e ya jî xerîb in?

Heger şernexiyên berê ji Şernexê koç kiribin û nuha paş da vegeriyabin pir baş e.

Ez bawer nakim kesên ne şernexî koçî Şernexê bikin. Ez ditirsim ereb birine li Şirnexê bi cî kirine. 

Hevalên şernexî di vî warî da me agahdar bikin ewê pir baş be. Gelo dewletê ereb li Şernexê bi cî kirine ya na?

Û bajarê însanan herî bêtir jê koç kirine Agirî, Mûş, Erdexan, Qers, Bedlîs û Wan e…
Ez qala bajarê Tirkikiyê nakim.

hemrin‏: Na, bileks,şirnexî nêvî bêhtir li derveyî Şirnex in, li Silopiya û navçeyên din in, belku ew cihguhertin wekî ji derve hatî hesab kiribin an?

Zinarê Xamo‏: Gelo dewletê ereb li Şernexê bi cî kirine? Ez sebebê koça berbî Şernexê meraq dikim. Hêvî dikim yên koçî Şernexê kirine kurd in, ne ereb in...

 hemrin‏ : Ti ereb li şirnex cih nebûne mamo

 Zinarê Xamo‏ : Spas. Pir kêfxweş bûm.

hemrin‏ :Serçavan mamo



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE