29 november 2018

Li ser trajediya Silêmanê kurd



Vê êvarê(28/11) li Kitêbxaneya Kurdî danasîna lêkolîna(kitêba) Rohat Alakom ya dawî hebû. Navê kitêbê "Silêmanê kurd li Swêdê" ye.

Kitêb li ser kurdekî sêwî ye, di sala 1929a da ji Ukranyayê bi malbeteke swêdî ra hatiye Swêd û di sala 1981ê da, di 70 saliya xwe da wefat kiriye.

Navê wî yê bi kurdî Silêman e û yê bi swêdî jî Alexander Knutas e.


Silêmanê kurd(Alexander Knutas),di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da piştî Rûsya di sala 1918a da ji Qersê vedikişe malbata wî koçber dibe, berê diherin Îranê, Azerbêcanê, Gurcîsatanê û Ukranayayê.

Diya wî û birayê wî yê biçûk bi rê da dimrin û bavê wî jî dû ra dimre û ew birayê xwe yê jê mestir sêwî dimînin û li Tiflîsê parsê dikin...
Yekî alman Silêman tenê dibe ba xwe. Wê demê Silêman 7-8 salî ye. Yê alman dû ra neheqiyê lê dike. Silêman ji ba wî direve dihere "Gundê Swêdî" û malbeteke swêdî wî dike ewladê xwe û navê wî dikin  
Alexander.

Silêman di sala 1929a da bi wê malbata swêdî ra  tê Swêd û li girava Gotlandê bi cî dibe û di sala 1981ê da jî li wir wefat dike. 

Silêman, kurdê koçber yê pêşî ye hatiye Swêd.

Rohat Alakom, bi kedeke mezin û xebeteke kûr û piralî bi dû şopa Silêmanê bêkes ketiye û çîrok û serpêhatiya wî bi hûrgilî di kitêbokeke biçûk da bi xwendevanên kurd daye nas kirin. Kitêb bi hecmê biçûk e, wek broşorekê ye, lê li ser Silêman tije belge, risim û agahiyên pir hêja ne.


Li gorî texmîna Rohat Alakom bi îhtîmaleke mezin Silêman ewê kurdekî êzîdî be. Di vî warî da tu belge bi ndest nexistiye, lê belê dibêje li gorî tarîx û herêma malbata Silêman jê koçber bûye ewê êzîdî be. Li gorî Rohat Alakom piştî vekişîna leşkerên rûs û herêma Qersê ket destê osmaniyan, bêtir êzdî, ermenî û kesên ne misilman koçber bûn. Bi baweriya min jî texmîna Alakom kane rast be, yanî Silêman êzdî bû, lê nizanîbû.

Ti ştê balkêş Silêman bi xwe jî di vî warî da tu agahî li pey xwe nehîştiye, navê dê û bavê xwe jî negotiye. Tenê gotiye ew kurd e û ji gundekî Kurdistanê ye.

Rohat Alakom, di axaftina xwe da him bi kurtî qala çîrok û trajediya Silêman û malbata wî kir û him jî çend risimên wî yên dema hatiye Swêd û yên berî mirina wî nîşan da. Li ser jiyana Silêman ya li Swêd jî gelek agahiyên hêja da. Heta bigihîje wesîyetnameya wî gelek belgeyên din jî bi dest xistiye, hemû wek dîa nîşan da.

Kitêbeke biçûk e lê belê mijara qal dike trajediyeke mezin e û ev trajedî jî beşekî tarîxa miletê kurd e, dibê kurd vê tarîxa xwe bizanibin. Dibê kurd bizanibin di tarîxê da çi hatiye serê bav û kalên wan û yên kirine kî ne û kînga kirine.


Bêyî "Silêmanê Kurd li Swêd, min du kitêbên din jî, "Agri Dagi Îsyani" ya Îhsan Nûrî Paşa û "Gotin" ya Yaşar Kaya jî kirî.

Piştî min Silêmanê Kurd qedand, ezê wan jî bixwînim. 

Ez bawer dikim min "Gotin" berê xwendiyê, lê ezê careke din bixwînim, çimkî jê tiştek di bîra min da nemaye.

Danasîna pirtûkeka nû: Silêmanê kurd li Swêdê
Yekem koçberê kurd li Swêdê
Plats/Cîh: Kitêbxana Kurdî (Kurdiska biblioteket)
Gustavslundsvägen 170, Alvik/Stockholm
Datum/Dem: 28ê payîza paşîn(november)
Tid / Saet: 18.30 – 20.00
Tal/Axaftin: Rohat Alakom
Amadekar: Weşanxaneya Apecê û Kitêbxaneya Kurdî
Bi xêr bên! / Välkomna!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE