23 november 2018

Li ber me du rê hene


Wek kurd du rê li ber me hene, li gel hemû zor û zahmetiyan ya emê bi israr bidin dû xeyalên xwe yên azadîyê û serxwebûnê, ya jî emê bindestîyê û koletiya ebedî qebûl bikin.
Tercîh ya me ye.

Ya emê bindestiyê qebûl bikin û hêdî hêdî bihelin û di dawiyê da  bibin tirk, ya jî emê li ber xwe bidin heta em welatê xwe rizgar dikin û digihîjin azadiya xwe.

Min tercîha xwe ev 50 sal in kiriye; heta ruh di vî canî da hebe ezê ji bo azadî û serxwebûna milet û welatê xwe bixebitim.


XXX

Kurdê bi kurdî zane, kurdiya wî jî bi qasî tirkiya wî/wê baş e lê dîsa jî bi tirkî dinivîse, dikim, naikm fêm nakim. 

Dewletek, miletek bi vî zimanî hewqas heqaretê û zulmê li gelê min bike, ez dev ji nivîskariyê berdidim lê dîsa bi wî zimanî nanivîsim. 

Ez bi wî zimanê dua jî nakim.

Naxwazim dilê kesên bi tirkî dinivîsin bihêlim, lê gava dibînim nas, dost û hevalên ez ji wan hez dikim bi tirkî dinivîsin pê diqeherim, gelkî xemgîn dibim. 

Bi viya ez kesî sûcdar nakim, ez tenê haletî ruhîya xwe dibêjim. Her tiştê tirk û Tirkiyê û ereb û erebî li ber çavê min reş bûye, bûye marekî qartîşî; marekî herî bi jahrî, naxwazim xwe nêz bikim…

XXX
Tiştên hêzê didin me ne tiştên em dixwin, tiştên em hezm dikin. Tiştên me zengîn dikin ne tiştên me qezenc kirine, tiştên me muhafaze kirine. Tiştên me zana dikin ne tiştên me xwendine, tiştên me di hişê xwe da hîştine.
/// Françis Bacon

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE