10 november 2018

Kurdayetiyê hinek bi erdê ve zeliqandin û hinek jî bi asîmanan xistin


Kurdayetiyê gelek kes perîşan kirin, bi çol û çepelan xistin, di zindanan da rizandin, bi keviran ve zeliqandin, îş û felekatên nemayî anî serê wan. 

Lê li alî din gelek kesên pênc pera jî nakin, gelek rût û sûtên kuçan jî kirin xwedî meqam û serwet.


Yanî kurdayetî ji bo hinekan bû trajedî û ji bo hinekan jî bû piyangoya milî. Ev sed sal e ev trajedî bi vî rengî berdewam e, baş û camêr perîşan dibin, pîs û keysperest û pûlperest jî kêf dikin, dewlemend dibin.

XXX
Li vê dinyayê tiştê herî xweş kes nizane ewê kînga bimre. Her kes wek ewê qet nemre dixebite, micadele dide, dide ser hev, filan dike û bîvan dike. Bifikirin heger her kesî bizanîbûya ewê kînga bimre, ewê çiqasî ne xweş bûya. Bi taybetî jî rojên dawî ewê ezabekî mezin bûya.
Baş e ku em nizanin. Wiha xweştir e...

XXX
Tirkiyê başûrê Kurdistanê kiriye polîgona leşkerî, her roj sîlehên xwe, bombeyên xwe li wir diceribînin. Di topbaranan da mal û milkê xelkê zirarê dibîne, însan birîndar dibin, tên kuştin. Berpirsiyarên hukûmetê nabêjin kirt. Çimkî welat kirine polîgona leşkerî ya Tirkiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE