27 november 2018

Ji çêkirina qahwa kizwana ra jî hostayî lazim e



Ez û qahwa kizwana...
Îro Stockholm 5 derce di binê sifirê da sar e. Em nuh ji meşa xwe ya rojane hatin. Em saetek û 20 deqîqeyan meşiyan. Lê derve xweş bû. Bedena meriv germ serma ne problem e.

Xanimê ji Wêranşarê nîvkîlo qahwa kizwana bi xwe ra anîye. Heta do jî min berê şîr dikeland û dû ra qahwe davêtê. 


Min şaş kiriye.
Lê ji do da ye min şiklê çêkirinê guhert. Îcar şîrê sar, qahwê û hinek hêl(kakûle) berî kelandinê baş li hev dixim, şîr û qahwe li hev digere û dû ra didim ser êgir. Û li ser êgir jî heta kel têyê tim li hev dixim. Qahwa min baş dihele, dibe melhem.

Ez vê tarîfê pêşniyarî we jî dikim, biceribînin. Em şekir naxin qahwê, çi ya normal û çi jî ya kizwana, bi ya min qahwe bê şekir xweştir e.

Qahwa 90 sal berê li Ewrûpayê navê wê qahwa kurdî bû, nuha bûye "qahwa menencîk û ya tirkî" !
Û kurd bi xwe jî li qahwexaneyan ne qahwa kizwana, "menengic kahwesî" dixwazin...

Em kurd miletekî xwe nas nakin û zû dikevin bin tesîra xelkê û dibin tiştekî din...



Îsal ev hinara herî xweş e ez dixwim
Vê payizê min pir hinar xwarin, tu salê hewqas hinar neketiye mala me. Lê îsal ev cara pêşî ye hinareke hewqasî xweş, bi tahm û bi lezet dixwim. Hinareke hebgir, miz û bi tahm e. 

Pirê caran kufikî, ne baş ya jî şîrîn derdikevin. Lê ev hinareke sedîsed mikemel e, tam li gorî dilê min e.

Li gorî alim dibêjin hinar ji bo siheta însên mêweyeke pir bi feyde ye, di hinarê da vîtamîna C, hesin û hinên din hene. Lema jî meriv carnan bixwe baş e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE