29 november 2018

Îro min ne guh da sar û sermê û ne jî vizîna bê


Îro Stockholm gelkî sar e û bayekî pir heye. Min kir nekir xanim bi min ra derneket, got meriv di ber bê dihere, ez ji malika xwe dernakevim.

Li ser vê, min xwe baş jidand û ez bi tenê derketim. Berê min ket bê, min dît ez nikanim bimeşim. Min îstîqmeta xwe guhert, min îcar pişta xwe da bê... 

 
Bi rastî jî li herêma me bayekî pir hebû, qey min xwe zêde zeîf kiriye, carnan bê nigên min ji erdê dibirrî, ez wek kertalekî didim ber xwe û digindirandim…

Bêyî min kes li der tunebû, ez rastî du kesan hatim, pîrekê li dora mala xwe kûçikê xwe digerand.

Min berê xwe da golê. Belekiyên berfê dihelin û erd dicemide. Tahlûka şematê heye, dibê meriv bi semt bimeşe.

Berê carê ez ketim û min destê xwe yê rastê şikand. Lema ez tim li xwe miqateme..

Lê dîsa jî ez netirsiyam û saet û nîvekê meşiyam. 

Jiyan bêyî rîsk nabe, dibê meriv rîskê bigre ber çavê xwe…

XXX
Ez nuha kitêba Rohat Alakom ya do ji min ra îmze kir, ”Silêmanê Kurd li Swêd”, bi navê wî yê swêdî ”Alexander Knutas” dixwînim. 

Min di nivîsa xwe ya berê ”Li ser trajediya Silêmanê kurd” da hinekî qala naveroka kitêbê kiriye. 

Tiştê meriv dide fikirandin Silêman di sala 1929a da wek ewladê, pêsekinîyê malbateke swêdî hatiye Swêd û di sala 1981ê da jî miriye. Yanî tam 52 salan li Swêd jiya ye, lê bi kurdan ra têkilî dananiye.

Di sala 1980î da hema hema li her bajarê Swêd kurd hene; wê demê bi kêmanî 10 hezar kurd li Swêd hene. 

Li gelek bajaran komeleyên kurdan hene. Di medyaya Swêd da gelkî qala kurdan tê kirin.

Yanî heger bixwesta kanîbû xwe bîgihanda kurdan. Diyar e nexwestiye. Çima nexwestiye meriv nizane. Lê gelkî balkêş e.

Û heta mirinê jî nezewicî ye û zarokên wî çê nebûne.
Ya din li gorî Silêman qal kiriye, gava ji gundê xwe direvin bi rêda diya wî nikane lawikê himêza xwe rake, datîne kêleka rê û dihere, yanî gedê xwe davêje û dû ra ew jî bi rê da dimre. 

Silêman wê demê 6-7 salî ye. Ez dibêjim kane şaş di bîra wî da mabe, lawik kane meribe. Yanî meytê lêwik li wir dihêlin û diherin û dû ra diya wî jî dimre. Yanî lêwik bi saxî terk nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE