14 november 2018

Îro dawî li tenêtiya min tê



Xanima min îro saet 17.00 tê, bîstek din ezê rabim herim pêrgî. Ev du meh in me hev û du nedîtiye. Belkî nuha bîriya min kiribe. Lê belkî jî du mehan ji min xelas bûbe û ji xwe ra rehet kiribe.

Heger ez rastiyê bibêjim min bi xwe bîriya wê kiriye. Em fêrî hev bûne û hev û du îdare dikin.


Lê li alî din ez bi zor fêrî tenitiyê jî bûbûm, dilê min çawa bixwsta min wer dikir, kînga raketama, kînga rabûma ez azad bûm, ne min kes nerehet dikir û ne jî kesî ez…

Nuha dîsa ji nuh ve ezê dûzan û rûtînên xwe biguherim û xe întîbaqî şertên nuh bikim.

Lê li gel vê jî tenêtî ne xweş e. Jiyana bi hev ra hin teqreq û teşxeleyên wê hebin jî ji tenêtiyê baştirt e.

Kurd dibêjin Xwedê kesî bi tenê nehêle, lê swêdî ji tenêtiyê hez dikin û dibêjin  yê bi tenê bi hêz e. Lê ez ne bi dîtina wan ra me, ez dua kurdan rasttir dibînim.

Belê, riya min dûr e, dibê ez rabim hêdî hêdî xwe hazir bikim û bi rêkevim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE