08 november 2018

Her kes hêrs dibe lê her tim ne di cî da


Li ser hêrsbûnê Arîsto wiha gotiye:
-Her kes hêrs dibe, ev rehet e. Lê belê tam bi kesê heq kiriye, tam bi qasî hewce ye, tam di wextê da, tam di cî da û tam bi usûl hêrsbûn ne di qudreta her kesî da ye û ne jî rehet e.
///Aristoteles

Camêr çiqas rast gotiye. Gelekê caran meriv ne di cî da û zêde hers dibe û dû ra jî pê dihese û poşman dibe. Lê poşmanî pere nake, dibê meriv berê kanibe xwe control bike û ew jî pir zor e.


XXX
Kultura xwendinê di nava civatên musilman da pir kêm e. Hêzên serdest bi xêra nezaniya însanan serdestiya xwe didomînin. Lema jî nahêlin kultura xwendinê bi pêş keve û însan zane bibin.
Nezan wek çewalekî vala ye, wek kaxetek spî ye, tu çi bera hundurê wî bidî dibe û tu kanî her tiştî li ser kaxeta spî binivîse...

XXX
Xwedê kir van "gawiran" kamera", makîneya risim îcad kirin. Heger camêran ev makîne îcad nekirina îro minê nikanîbûya du rismên, fotoyên xwe yên xortaniyê li vir belav bikira.
Li vê dinyayê çiqas tiştên baş hene, hemû îcadên "gawiran" in, musilmanan berdirank jî îcad nekirine.


Jamal Kazemi Gelek raste heger musilmanan berdiran îcad bikirina vê diranê her kesî kurrmî ba çima te bîr kir musilmana ser jêkirna mirovan îcad
Kirin e talana kurda îcad kirin e
Xwe nava komanda teqandin îcad.


Zinarê Xamo Erê, ji xwe ew karê wan e. Di nava 57 welatên musilman da li yek welatî jî însan ne têr û ne azad in. Ji hemû welatên musilman însan direvin welatên xiristiyan, xwe davêjin bextê wan, dibêjin me bisitirînin û zikê me têr bikin, li welatên xwe em birçî ne. Û piştî zikê wan têr dibe, bitir dibin û neyartiya milet û welatên ew sitirandine û zikê wan têr kiriye dikin.
Bi milyonan ereb û tirk li reviyane Ewrûpayê û Amerîkayê, lê ereb û tirk ji her kesî bêtir neyarên Ewrûpayê û amerîkayê ne. Him ji birçîna û ji ber zulma dewletên xwe, xwe avêtine bextê Eweûpayê û Amerîkayê û him jî ji her kesî bêtir neyartiya wan dikin. Yanî hewqasî nankor in.

XXX
Dûriya ji welêt, xerîbî, surgûn û bêwelatî û bindestî ji kesê zane û fahm dike ra zor e.
Kurdê welatê wî hatiye dagirkirin,
kurdê zimanê wî, ala wî, navê welatê wî hatiye qedexekirin çawa kane bibe xulamê dijimin ?
Ji êvar da ye ez li wê difirkirim...

XXX
Ji me kurdan hin kes di têkiliyên xwe yên bi dijmin ra wek kevirên reş yên di birincê da ne, meriv rehet wan dibîne.
Lê hinek jî di birincê da wek kevirên spiî ne, qet xuya nakin. A esas yên tahlûke ev in, ew kanin zirarê bidin diranên me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE