04 november 2018

Hela hûn bala xwe bidin vê heramî û pîncîtiya Tirkiyê !


Îran, Îraq, Sûriyê jî welatê me dagir kirine, ereb û faris jî dijminên me ne, ji me hez nakin, naxwazin em azad bibin.

Lê tu dewlet bi qasî Tirkiyê û tu milet jî bi qasî tirkan ne neyarê hebûna me ye.


Tirkiye û tirk xerabiya nayê bîra îblîs jî bi me dikin. Kûçikê birçî ji bo ku hestiyekê bikoje çawa bînê digerîne, dewleta tirk jî 24 saetan li her dera dinayê, heta bigihîje di qada înternetê û medyaya sosyal da jî wer li pe me ye.

Do min twîtta ”Kurdish East‏” da xwend, ji bo ku kurd di întenetê da nebin xwedî arşîv, Tirkye malperên kurdan tim digre û arşîva wan xera dike.

Yanî sebebê girtina malperên(sîteyên) kurdên bakur ne ji bo ku neyên xwendin, ji bo ku arşîv çê nebe digre.

Li gorî ”Kurdish East gotiye, gava tu ji Googlê ra li ser kurdan li tiştekî dinivîse, li tiştekî digere, herî zêde nivîsên salek, du sal berê derdikevin. Nivîsên kevintir, yên 10, 15 sal berê dernakevin. Çimkî Tirkiyê arşîvên mamperên kurdan tim xera kiriye.

Medyaya kurd ev 30, 40 sal e rojname, kovaran derdixe, kitêban diwşîne û gelekên van tiştan dixe internetê. 

Lê li gorî Kurdish East‏ dibêje, dema di Googlê da meriv li nivîs û belgeyên li ser kurdan digere, meriv tiştên kevn nabîne.

Dewlata tirk bi hawakî nahêle kurd bibin xwedî arşîv, bi rengekî sîstematîk rê li ber arşîvbûnê tiştên li ser kurd û Kurdistanê digre.

Tabî Tirkiye viya bi rêyên serverên xwe dike. Dibê meriv nivîsên xwe di ser serverên welatên din ra têxe internetê. Bi vî rengî kane wan biparêze.

Kurdish East wek pêşniyar gotiye, dibê meriv nivîs, vîdeo, risim, her tiştê li ser kurd û Kurdistanê bi etîketên ”kurdî”, ”kurdish”, ”kurd”, ”Kurdistan” belav bike.

Ez ji vî îşî qet fêm nakim. Hevalên zane û hosteyên înternetê bira li ser vê mijarê fikir û pêşniarên xwe ji kurdan ra bibêjin, meriv çawa û bi kîjan rêyan kane nivîsên xwe arşîv bike û nehêle Tirkiye xera bike?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE