25 november 2018

Hêkedims jî li menuya xurîniya me zêde bû



Abdulah Keskîn vê sibehê xwarineke ev 40 sal in min nexwriye û ji bin da bîr kiriye ji nuh ve bi bîra min xist. 

Piştî min rismê ”hêkedimsê” di twîtta wî da dît, min tavilê zend û bendên xwe vemaltin û ji xwe û xanimê ra hêkedims çê kir. Ji xwe xanimê dimsa torê û rûnê nivîşkê Qerejdaxê jî bi xwe ra anîbû.


Tiştê lazim çêkirin bû, min dest pê kir.

Haya xanimê jê tunebû, hat mitpaxê, got ”ev çi bîn e ?”

Min got bise, tiştekî pir xweş û lezîz e, tu yê nuha bibîne...

Bi xêra camêr xwarineke nuh li menuya mitpaxa me zêde bû. Ew jî ne xerab e.

 Mehmet Küçük Nusican bi. Slaw ü rez zinnar.

Zinarê Xamo Spas Mihemed.

Mihemed Ronahi Apo bi pêxember hûn herdu jî êdî extiyar bûne. Tiyeh mala minê. Evdilê porê xwe şûnde diqeliband û wek artîsekî wêneyên xwe parve dikir lê niha hêkerûnan parve dike. ê te jixwe te extiyarî li xwe daniye.....Em çer bikin qey dinya ye.

Zinarê Xamo Mihemed, ji şexsan bêtir ez bala xwe didim fikran, ez meraqdarê tiştê nuh im. Meraqa fêrbûna tiştên nuh bi min ra pir e. Lema jî bi piranî ez ji hevaltiya xortan hez dikim. Çimkî xortên wek te û Evdila diwêrin tiştên nuh biceribînin.
Evdila porê xwe şûnda bişkîne jî heqî wî heye, bextê xwe navêje, heger ne bi qasî te be jî lê camêr pir çeleng e...

Şevger Çolo Ez bawer im te dimsa xwe jî di nav hêk û dohn de ne kelandiye wisa jî çênabê

Zinarê Xamo Nana. min dimsa xwe berê di rûn da qijiland û dû ra hêk tê da çikand. Xanimê ji Qrejdaxê rûnê nivîşk jî bi xwe ra aniye.

çîkoyê kumsor‏: Diya min lê nerî go; bi qedrê xwedê ke bila evdile kesîn û zinarê xamo bes van wêneyê hêkê nelihevketî parvenekin, dilê me li hev xistin. Dibê bila hêkê xwe li hev xin

Zinarê Xamo‏: Bi gotina wê nexape, ji dilbijokiya xwe wer gotiye... Dimsa torê, rûnê nivîşkê Qerejdaxê û hostetiya, aşpêjiya Zinarê Xamo, kî be jî ewê dilê wî bibijê...

asê‏ ase_xan: Bregott rûnêk xweş e. Min ji wir zanî ku tu li swed dijî mamoste:)

Zinarê Xamo‏: Eré weleh te baş té derxistiye.

Darian Dvin: Seyda noshîcan bit, ama pir xweş ji xuya nake bubure..:)

Zinarê Xamo‏: Qey min risim xweş negirtiye. Tahm û lezet tiştekî din e...:))

 Abdullah Keskin‏: Noşîcan be seyda, pir xweş xuya dike.

Zinarê Xamo‏: Spas, tiştê qet nayê bîra meriv tu bi bîra meriv dixî...:)) ! Ev jî îro wer bû...

Abdullah Keskin‏: Sûcê hemşeriyekî te bû. usivbeg ji min re dims anîbû, hêkedims hate bîra min. Nexwe ev 30 sal e min nexwaribû.

Zinarê Xamo: Baş bû, xêra wî gihîşt min jî.

Usivbeg: Xalo ev mesela hêk dims gêhişte rojhilatê Kurdistanê tê çi kir xalo heyran :)

Xweser Ferîdûn‏: Apê Zinar ger ez bêjim ew dimsa li gundê me bi keda min çêbû tu yê min bişopînî?

Zinarê Xamo‏: Ne hewceye tu wê sozê bidî, ji nuha da ez şopînerê te me. Dilê min ket wê girêdana axbaniya te...

Xweser Ferîdûn‏: Têm destê te. Xwedê te neke ber desta. Rêzdarî bo sekna te ya jidil.

Darian Dvin‏: Seyda noshîcan bit, ama pir xweş ji xuya nake bubure..:)

 Zinarê Xamo‏: Qey min risim xweş negirtiye. Tahm û lezet tiştekî din e...:))

 Abdullah Keskin‏: Ew tev hesûdî dikin bo ku tu bêjî were bixwe bê ma xweş e an na.

 Zinarê Xamo‏: Erê erê, ez hewqasî jî fêm dikim. Lê ez wê gotinê tu carî nabêjim û nabim sebebê mala min di ber nigan here û domsa min di du rojan da biqede...:))




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE