13 november 2018

Heger PKK dixwaze kurdên rojava azad bibin dibê PYDê û YPGê rehet bihêle



Ezê gotina xwe ya dawî di serî da bibêjim, heger PKK dixwaze Amerîka û Hêzên Hevpeyman piştgiriya kurdên rojava bikin, heger PKK dixwaze kurdên rojava bi ser kevin û Tirkiye bela xwe ji PYDê û YPGê veke dibê xwe ji PYDê û YPGê dûr bixe û PYDê û kurdên rojava rehet bihêle.


Îro roj PKK bi têkiliya xwe ya bi PYDê û YPGê ra ji karê bêtir zirarê diwan û kurdên rojava.

Beyana Mustafa Karasu ya li rojava beyaneke bêtalih û bi zirar e, karê kurdan, PYDê, YPGê û Amerîkayê zahmettir dike. 

Her kes têkiliyên PKKê û PYDê zane, lê belê PKK ne mecbûr e her rastiyê bibêje û hemû têkliyên xwe yên bi PYDê û YPGê ra eşkere bike. Heta nuha çi bû çû, ji nuha û pê da rewşeke din e, dibê PKK, PYDê û YPGê rehet bihêle, mudaxeleyî kar û barê wan neke.

Di siyasetê ji meriv ra çi baş be meriv wê dike û wê dibêje. Îro ne li berjewendiyên PKKê, PYDê û kurda ye PKK bibêje ez li pişt PYDê me ya jî ez û PYD yek in. Îro siyaseteke wiha li zirara miletê kurd û dibê PKK viya neke.

Tiştê îro ji bo kurdan bi xêr û baş ev e, nek u PKK destê xwe li sînga xwe xe û bibêje ez li pişt PYDê û YPGê me. Heger PKK di vê siyaseta xwe da israr bike ewê bibe sebebê mohra ”terorîstiyê” li PYDê û YPGê jî xînin. Tiştê Tirkiye li dû ye ev e û dibê PKK viya bibînin û mala kurdên rojava wêran neke.

Tirkiye li Sûriyê di her warî da alîkariya Daîşê, El Nusrayê û hemû hêz û çeteyên îslamî dike, sîlehan dide wan, wan perwerde dike û gava dikvin tengasiyê wan diparêze.

Lê vê alîkarî û hevalbendiya xwe ya bi Daîşê û çeteyên îslamî yên din ra qebûl nake, înkar dike û bi israr xwe li dijî wan nîşan dide, dibêje em li dijî Daşê ne. Halbû Tirkiye Daîşê sewq û îdare dike. Lê vê têkiliya xwe qebûl nake.

Yanî di siyasetê da ne şert e meriv çi kir wiya qebûl bike, meriv hin tiştan di bin ra dike, lê di resmîyetê da qebûl nake.

Tirkiye viya dike.

Lê PKK wiha nake û bi vê siyaseta xwe jî zirareke mezin dide PYDê û YPGê. 

Tirkiye bi israr dibêje têkiliya PYDê û YPGê bi PKKê ra heye. Û ji ber ku PKK rêxistineke ”terorîst” e, lema PYD û YPG jî terorîst in. 

Û bi vê argumentê ji Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman ra dibêje gerek hûn alîkariya PYDê û YPGê nekin. Çimkî ew ew PKK ne…

Amerîka  û Hêzên Hevpeyman jî ji Tirkiyê ra dibêjin erê PKK ”terorîst” e, ji xwe em viya tim dibêjin, lê belê PYD û YPG ne terorîst e û tu têkliya wan jî bi PKKê ra tuneye. Lema jî em piştgiriyê didin wan.

Di vir da tiştê dikeve ser milê PKKê bi rengekî fermî bibêje têkliya me bi PYDê û YPGê ra tuneye û têkiliyên heyî jî înkar bike û bi rastî wan rehet bihêle.

Lê Mustafa Karasu ji dêlî ku karê PYDê, YPGê û Amerîkayê hêsan bike, delîlan dide destê Tirkiyê. 

Heger PKK dixwaze li Sûriyê kurd bi ser kevin û û bibin xwedî statuyeke siyasî û rê li ber êrîşên Tirkiyê were girtin, dibê xwe ji PYDê dûr xe . 

Îspatbûna hevaltiya PKKê bi PYDê û YPGê ra li zirara kurda ye, qozên destê Tirkiyê xurt û yên destê Amerîkayê zeîf dike.

Amerîka û Hêzên Hevpeyman ewê tu carî piştgiriyê nedin PKKê û hêz û partiyên hevalên PKKê.

Bi heq, neheq, Amerîkayê hîn do sê serokên PKKê terorîst îlan kir û xelat da serê wan. 

Ev Amerîka piştgiriya hêzeke hevalê van kesan be nake.

Lema jî dibê PKK siyaseteke li gorî realîteya îro bimeşîne û keys û fersendê nede Tirkiyê, argumentên Tirkiyê pûç bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE