08 november 2018

Ez qeyûmê nuh im



Temelê laz çû bi kelecan gummm, gummm li deriyê cîrana xwe xist. Jinekê derî vekir, got:
- Fermo, xêr e îneşelah ?
Temel got:
-Bîstek berê mêrê te hat girtin. Ez qeyûmê nuh tayin bûme…


XXX
Temelê laz li bazarê sêv difrot. Qîre qîra wî bû, digot:,
-Werin sêvaaa, werin sevaaa… Vana sêvên Çernobîlê ne. Werin sêvên Çernobîlê…
Jê ra gotin lawo tu dîn î, tu biaqil î, kî yê sêvên Çernobîlê yên bi jahrî bikire?
Temel got:
-Dikirin çawa nakirin. Hinek ji xwesiya xwe ra dikire, hinek ji jina xwe ra dikire û hinek jî ji mêrê xwe ra dikire. Yanî baş tên firotin…

XXX

Yên diecibînin jî hene, yên naecibînin jî...
Satilmişê tirk biryar da bizewice. Vir da, wê da,li gund jê ra Donduya keça dikandarê gund dîtin. Satilmiş berî keçikê bixwaze çû ba muxtarê gund, jê pirsî:
-Muxtar, berî ez Donduyê bixwazim min got bi te bişêwirim. Fikrê te çi ye, tu dibêjî keçeke çawa ye, baş e, xerab e.
Muxtêr got:
-Umrê wê hinekî derbas bûye lê keçikek baş e. Bavê wê zingîn e, perê wê heye. Keçeke wiha meriv ji dest xwe bernade.
Satilmiş got:
-Gelo rewşa wê ya seksê çawa ye?
Muxtar şeqizî, ne li bendî pirseke wiha bû, lêva xwe hil kir, got:
-Weleh nizanim çi bibêjim ku? Hinek dibêjin pir baş e, hinek dibêjin xerab e. Yanî yên jê razî û diecibînin jî hene û yên naecibînin jî…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE