27 november 2018

Dîndariya Daîşê milet gêj kiriye


Numûneyek ji serpêhatî û çavdêriyên xanimê.
Cergî xanima min ji welêt hatiye her êvar mesleyek, serpêhatiyeke wê tê bîrê. Ji ber ez pê ra neçûm welêt û min guhertinên nuh nedîtine, ez bi zanetî dikevim bin û dixwazim ji min ra qala çavdêriyên xwe û tiştên dîtine bike.


Îro di dema meşê da me ji qal û bal sohbet dikir. Min mesele anî ser tahlûka ereban û hêzên îslamî.

Min got van erebên mîza devan vedixwin û ruyê xwe bi mîza devan dişon dinya herimandin, nuha jî dora Swêd e. Û kurdên me jîketine bin tesîra propagande û virên van faşîstên neyarên me.

Xanimê got qet qal neke. Li Kurdistanê aqilê milet çelqandine. Heta bigihîj keç û jinên ciwan jî kerikonê reş li xwe kirine û ”elah elaha wan e.”!

”Di destê pîrekan da tizbiyek mîtroyek, du mîtro dirêj û ”elah û ha alaha”! Feqîrî, tirsa dewletê ne bes e, tirsa Xwedê jî xwe daye ser. Lê tirsa ji Xwedê û ji cahnimê milet qutifandiye.

Berê tiştekî wiha tunebû. Min got ereban hiş di serê we da nehîştiye, we xêr e, ev çi tizbîya çend mîtro dirêj e û ”alaha we ye, ma hûn dîn bûne?”

Bi tirs jê ra gotine ”estaxfirullah, estaxfirullah xweha min, ma tu bûyî gawir? Ev tizbî mubareke, wer nebêje, guneh e" û tizbî dirêjî wê kirine, gotine tu jî hinekî bikşîne.

Wê jî gotiye:

-Wê tizbiya pîsik ya eraban wê de kin, bira destê min pê nebe ! Çîçik morî ye, çima hûn hewqasî mezin dikin?"

Yanî dîn, sofîtî û îslamiyeta Daîşê li gundan jî belav bûye. Heta bigihîje keçan û pîrekên ciwan jî tizbiyên du mîtro dirêj di destên wan da ne û werdên meleyekî sextekar yê Daîşî daye wan dikşînin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE