21 november 2018

Dijmin hezkirina welat bi me ra kêm kiriye


Tirk ji bo welat û dewleta xwe her hîleyê dikin, her dek û dolabê digerînin, her derewê, her bêbextiyê, her zulmê û heta bigihîje qetlîaman dikin. Dibêjin gava mewzû, mesele welat be tu tiştê em nekin tuneye.


Gelek kurdên bêxîret ji bo welatê xwe rastiyê nabêjin, ji dêlî li dijî zulma dewletê derkevin, bibêjin dewlet zulmê li me dike, hebûna me înkar dike, mafê me yê herî rewa nade me, zimanê me serbest nake, dibêjin dewlet pir baş e, Tirkiye dijminatiya kurdan nake, Tirkiye xêra kurdan dixwaze û her tim alîkariya kurdan dike. Û van derewan jî di telewîzyonan da dikin. Xulamtiyê exlaq kiriye sifir, zereyê şermê jî pê ra nehîştiye...

Dînekî filistînî jî xwe hewqasî pîs nake. Cahş û xayinên wiha ancax ji nava kurdan derdikevin.

XXX
Roja kurd jî wek filistîniyan, wek tirkan , ereban û farisan fikirîn, wek wan bûn nasyonalîst û dev ji leşkeriya îslamê û tirkan berdan, a wê demê emê bibin miletekî kamil û kanibin bigihîjin azadiya xwe.

Dînekî filistînî, ereb jî xêra Îsraîl naxwaze, bi çavê biratiyê li yahûdiyan nanêre, ji bo pêşketina Îsraîl naxebite û ji bo yahûdiyan dua nake.

Lê bi sedhezaran kurdên me ji bo îslamê û tirk û ereban dikin. Dikin, çimkî em cahil in, em nezan in, şexsiyeta me zeîf e, em pir rehet dibin zilamê dijminê xwe.

XXX
Seokê Tirkiyê Erdogan gotiye ew biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê ya di heq Demirtaş da nas nakin û ewê guh nedin vê biryarê. 

Gava mesele kurd be Erdogan Xwedê jî, Mihemed jî nas nake, îcar ewê birya DMME(AHÎMê) nas bike.

XXX
-Pelên zêde mêweyê hindik, ev qanûna xwezayê/tebîetê ye. Gotinên zêde karê hindik, ev jî çewtiya însên e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE