10 november 2018

Dibê edebiyata pornografîk jî bi pêş keve


Ez dibêjim kitêbên, nivîsên, romanên, çîrokên pornografîk ewê pir werin xwendin. 

Kurdê xwendin û nivîsandinê nizanibe jî ewê fêr bibe û bixwîne. 

Her kurdê berê xwe bide kurdî.


Rêjeya xwendinê belkî jî li dinyayê reqorê bi dest xe. 

Ji min nayê, ew zanîn û tecrûbe bi min ra tuneye. Heger ji min bihata, sirf ji bo xatirê kurdî minê çîrok û romanên pornografîk binivîsîya.

Ew jî edebiyat e û li her dera dinyayê jî pir populer e...

Di muzîka kurdî da, di şiîrê da, di di edebiyata devkî da sûretên, teşbîhên pornografîk pir in, lê di nesrê da tuneye, dibê ew jî hebe.

Yek kane bi romanekê biceribîne, heger bi dehhezaran nehat firotin ez bi tiştekî nizanim.

Biceribînin, hûnê him feydeyeke mezin bigihînin kurdî û him jî zengîn bibin.


Ali Kut weke hemû tiştên din divê hinek piyonyerîyê bikin! Wa xuyaye rîspîyê me jî tu yî. Lê dîsan ez tawsîye nakim an ê xelk me ji heft gundan biqewirînin!

Zinarê Xamo Min gotiye ji min nayê. Lê tu merivekî xwedî tecrûbeye, ez dibêjim carê biceribîne.
Dibê meriv rê li ber pêşketina edebiyatê negre, sansor neke, azad bifikire.

Salim Celiker Lê, tu pornografîyê û erotîzmê tevlihev dikî. Di edebîyata kurdî de porngrafî na, lê erotîzm heye. Di erotîzmê de estetîk heye. Ger ku hevalên wek te, yên di vî warî de xwedî tecrube, li ser erotîzma kurdî binvisînîn, ez jî bawer im ku wê ji pêşveçûna kurdayetîyê re xîzmetek baş bikin.

Zinarê Xamo Mini bi henek got "pornografî", ji bo zêde balê bikşîne. Erê pornografî û erotîzim ne yek e, lê zêde jî ne dûrî hev in. Di erotîzmê da hest, evîn zêde li pêş e, lê di ya din da seks zêde li pêş e. Lê herdu jî rastiyên civakî ne û dibê li ser were nivîsin. Madem seks, pornografî, erotizim heye dibê li ser were nivîsin jî.



Phiratte Baranne Tu dibêjî qey mamoste di salên 80î de ye, û dîtiye bê çawa sînemaya tirka îş kiriye û hez dike heman tiştî di edebyata kurdî de pêk bîne :-) Mamosteyê delal, erê kurmancên me têra xwe harr in lê mixabin wê harrbûna xwe jî bi tirkî aş dikin :-)

Zinarê Xamo Ez jî dibêjim jê dêlî tirkî, bira însan bi kurdî bixwînin. Bira di edebiyata kurdî da jî erotîzim, nivîsên pornografîk û li ser seksê bi pêş kevin. Bi kurdî tunebin însan bi zimanên din dixwînin.

Demir Zeynelabidin Lokman Polatî nivîsîne.

Zinarê Xamo Navê kitêba wî çi ye?

Demir Zeynelabidin Hema bêje di hemû pirtûkên wî de erotîzm/pornografî heye. Mînak: "Robîn, Kaniya Stockholmê"

Zinarê Xamo Min nizanîbû. Min berhemên camêr nexwendine, naxwînim jî...
Lê ev nayê wê maneyê hinekên din ewê li ser erotîzmê, seksê, pornografiyê nenivîse. Heger ji me bê, dibê em li ser her tiştî binivîsin.
Min bi henek got lê bi rastî babeteke muhîm e û dibê li ser were nivîsîn. Di edebiyata me ya devkî da ev ev babet ji erotîzimê jî wêdatir e...



2 kommentarer:

  1. Apo ji kerema xwe tu beşeke kurt li ser bloga xwe binivîs.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ji min bihata minê binivîsiya. Ji be ji min nayê ez dibêjim dibê meriv vê babetê jî binivîse. Erotîzim, seks babetekî muhîm e û li her dera cîhanê pir tê xwendin

      Radera

PARVE BIKE