03 november 2018

Darên pelweşandî û bi mêwe



Payiz demsaleke rengîn û pir xweş e. Dar rengrengî dibin, xweza/siruşt dîmenên pir xerîb çê dike. Erd dibe berreke Qerejdaxê, tu kîjan rengî bixwaze tê da heye.


Li ser rêya her roj ez ji wir derbas dibim, li wan deran digerim, meşa xwe ya rojê dikim, çend darên sêvên pelweşandî bala min kişandin.


Sêvan wan pir hûrik in, bi qasî hebên giryazê(gêlazê)ne.


Daran pel weşandine, lê sêv pê ve mane. Dar sor dikin, ji ber ku dar rût in, ecêb xweş xuya dikin.

Darên pelweşandî û bi mêwe. Çiqasî xweşik xuya dikirin !


Kêf kêfa çivîkan bû. Li ser daran vîçe vîça etetok û beytikan bû. Qût pir e, geh ev sêv nikil dikirin, geh ya din. Him ser daran sor dikir û him jî binê daran. Min jê hez kir û du sê rismên wan girt.

Ji van daran nizanim li Kurdistanê hene ya na. Darên wiha ji bo çivîkan nîhmet e, xezîne ye; qûtekê pir û tim jî li ber wan e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE