01 november 2018

Daîş plana jenosîdeke bi sedmilyonan dike

Jurgen Todenhofer


Pisporê terorê Jurgen Todenhoferê alman bi lawê xwe yê 31 salî Frederic ra 10 rojan di kampên Daîşê da jiyaye û bi gelek berpirsiyarên wê ra peyivîye, hevpeyvîn kiriye.  Û ev çavdêriyên xwe 3 sal berê bi navê ”Di Kampên Daîşê da- Li Dewleta Îslamî 10 Roj” (Inside IS - 10 Tage im ‘Islamischen Staat) belav kiriye.

Li gorî Jurgen Todenhofer, îdeolojiya Daîşê ya îslamî û hedefên wê ji ya nazîyan pir û pir mezintir û talûketir e.


Jurgen Todenhofer di hevpeyvîneke xwe da dibêje ”Daîş plana jenosîdeke ji ya nazîyan pir mezintir, ya bi sedmilyonan dike...”

Lê vê jenosîdê ne Daîş tenê, hema hema hemû tevgerên îslamî diparêzin. Armanca hemû rêxistinên îslamî û îslamîstan fetha dinyayê ye. Û hemû kesên ne musilman û musilmanên ne weke wan jî dibê werin qirkirin.

Jurgen Todenhofer wiha dibêje:

”Daîş di tarîxa nuh da, belkî jî rêxistin û ordiya terorîst ya herî xurt û ya herî tahlûke ya tarîxê ye. Ev rêxistin ne tenê bêmerhamet e. Bêyî dînên Îbrahîmî(mûsewî, xiristiyanî, îslam) dixwaze hemû dînên din ji ortê rake, plana jenosîda hemû dînên ne îbrahîmî dike. Û viya kes nizane. Daîş dixwaze her kesê ne yahûdî be, ne xiristiyan be û musilmanê wek Daîşê nafikire qir bike.
Li gorî Daîşê, hemû musilmanên derî Daîşê ne, hemû musilmanên baweriyê demokrasiyê tînin dibê werin kuştin. Mafê çêkirina qanûnan tenê ya Xwedê ye. Kesê baweriyê bi demokrasiyê tîne qanûnê dixwaze. Wê demê ji dîn derketiye û lema jî qetla wî wacib e. Ev îdeolojiya Daîşê ye û ji îdeolojiya Nazî pir hovtir e. Nazîyan bi milyonan însan kuştin. Li gorî planên Daîşê ewê bi sedmilyonan însan werin kuştin.”

Ewrûpî radikevin, ji van celadên îslamî bi sedhezaran li Ewrûpayê ne û li bende fersenda xwe ne.


Li Pakîstanê bi îdîeya li Hz. Mihemed û li îslamê heqaret kiriye mahkimê cezayê îdamê dabû jineke bi navê Asya Bîbî.
Lê dadgeha bilind ya destûrê, cezayê Asya Bîbî xera kir.

Piştî vê birayara dadgehê, li Pencapê, li Lahorê, li Karaçîyê û gelek derên din bi sedhezaran wehşên îslamîst bi hev ketin û qiyamet rakirin. Zebaniyên rîdirêj li gelek deran jiyan sekinandine. 

Dixwazin kîn, nefret û barbarîya dilê xwe, ne însaniyetiya xwe bi îdamkirina jineke mezlûm rehet bikin.

Lê ev gurûhên wehş, ne mirov êdî ne tenê îdama Asya Bîbî dixwazin, dibêjin ew hakimên Asya Bîbî berdane jî dibê werin îdamkirin.

Vana ji celadên Daîşê jî xerabtir in.

Ji van pakîstaniyên wehş û zebaniyên ruyê dinyayê bi sedhezaran li Ewrûpayê hene, hemû jî kanin bibin qatil û celadên Daîşê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE