19 november 2018

Çima ez nawestim


Xortekî meraq kiriye, di twîtta xwe da ji min ra gotiye: ”Mamoste tu qet nawestî ? Wele ez heyrana hêz û enerjiya te me.”

Na nawestim. Ma dijmin diweste?


Ferdê miletekî bindest, miletekî êsîr, biçûk û mezin, kal ûpîr, jin û mêr, keç û law dibê tim ji bo azadiya xwe bixebitin. Ji destê kê çi tê bike. Tiştê ji destê min tê ev e, nivîsîne, ez wê dikim.

Ez wexta xwe nadim tiştên vala, zewqên şexsî; dixwînim û dinivîsim. Hêvî dikim bi qasî misqalekî be jî feydeya van nivîsên min digihîje kurdan...

XXX

Malpera ”Zimanê Kurdî” gotiye, "Em dixwazin bila îşev hemû şopînerên me herî kêm tivîteke kurdî parve bike."

Ev 11 sal in min di medyaya sosyal da yek rêz jî bi tirkî nenivsîye û ne hîştiye kes jî di malperên min da binivîse.

Bira ev twîtta min jî ji bo xatirê Zimanê Kurdî ekstra be...


Zinarê Xamo: Ne hewceye hûn bi tirkî jî binivîsin, tenê bi kurdî têrê dike. Ev 11 sal in min di medyaya sosyal da yek rêz jî bi tirkî nenivsîye û ne jî hîştiye kes di malperên min da binivîse. Ev jî ji bo xatirê we bû ekstra...

Zimanê Kurdî‏: Silav mamoste ji ber ku gelek endamên me qet Kurdî nizanin ji bo vê em bi du zimanan parvekirinên xwe dikim... 

Zinarê Xamo‏: Weleh hûn zanin lê ez bim ez yek rêzê jî bi tirkî nanivîsim. Ev 11 sal in ez bi tirkî nanivîsim û qebûl nakim kes jî di malperên min da bi tirkî binivîse dibe. Bi sedan kurd xêra vê îsrara min fêrî kurdî bûn. Dibê meriv kurdan teşwîqî kurdî bike, ne ku wek wan bi tirkî binivîse.



XXX

Marx, bi eslê xwe yahûdî bû, ewladê miletekî bêwelat û bêdewlet bû. Ji bo ku yahûdî ji bêwelatiyê û ji bin zulma xelkê xelas bibûna ye dibê ew jî bibûna xwedî dewlet, dewleta kesî nema, her wek wan bibûna bêdewlet.

Marx bala xwe dayê ewê nikanibe dewleteke yahûdî ava bike, wê demê tiştekî wiha realîst nedît, lema jî rabû teoriya komunîzmê avêt ortê, ji bo ku dewleta kesî nemîne, her kes wek yahûdiyan bibe bêdewlet.

Yanî bi komunîzmê hedefa Marx ew bû dewletê, sînoran û dîn ji ortê rake(çimkî dîn jî bûbû bela serê yahûdiyan) û her kesî bike wek yahûdiyan.

Lê hin kurdên me partiya komunîst ava kirine û dixwazin bi partiya komunîst ji kurdan ra dewletekê ava bikin, Kurdistanê çê kin. Halbû Marx dixwest dewletê û sînoran ji ortê rake.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE