06 november 2018

Çavê Amerîkayê PKKê dibirre...



Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo sê berpirsiyarên PKKê xelat daniye.

Di beyana Wezarata Karên Derve ya Amerîkayê da tê gotin kî di heqê Mûrad Karayilan, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan da agahdariyê bidin, ciyên wan ji wan ra bibêje ewê di nabêna 3 milyon û 5 milyon Dolarî da bidin xwediyê înformasyonê.


Çavê Amerîkayê PKKê dibirre, ev biryar îspata wê ye, nikane bi kerê li kurtên dixe. Nikane bi Tirkiyê xwe li PKKê radişîne.


Ev biryara Amerîkayê çavsorî, bêûjdanî û jahr belevkirin e.
Kurd miletekî bêkes e, kes jê natirse, her kes kane xelatê bide serê kurdan. 

Ne ûjdanê dewletan heye û ne jî bextê wan, bêexlaqiya nekin tuneye.

Bi hezaran tirk û erêbên bi rastî terorîst hene, di heqê wan da biryareke wiha nagrin. Di heqê tirkên hîn jî Daîşê sewq û dare dikin da biryareke wiha nagrin.

Lê kanin bi PKKê…

Diyar e dixwazin bi vê biryarê dilê Tirkiyê xweş bikin.

Lê Tirkiye bi vê biryarê razî nebûye, gotiye dibê hûn PYDê û YPGê jî wek rêxistinên terorîst îlan bikin. Û hedefa me dagirkirina rojavayê Kurdistanê ye, tiştên wiha me tetmîn nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE