17 november 2018

Bela xwe jê veke bira gijomijo be !



Yekî serzulût, sê çar têl por bi sere wî ve mabû çû ser berber. Berber berî dest bi kurkirinê bike jê pirsî:
-Keko porê te bi kîjan alî da bişkînim, şe bikim?
Mêrik got:
-Bi alî rastê da...

Berber bi alî rastê da şe kir, lê ji hersê têlên heyî têlek weşiya. Berber du têlên mayî îcar bi alî çep da şe kir. Têlek din jê weşiya, ma têlek tenê.
Mêrik dît heger berber şekirinê bidomîne por bi serî ve namîne, têla dawî jî ewê biweşe, bi hêrs ji berber ra got:
-Heyra jê bigere, bela xwe jê veke bira gijomijo be ! Ez ji porê gijomijo hez dikim…


XXX
Belkî bibe pûlis

 Kalekî gundî kera wî li ber diçû bajêr. Bi rê da polîsê trafîkê ew rawestand û jê ra got:
-Lempa sor vêketîbû tu derbasî wî aliyê rê bû. Lema jî ezê cezê li te bibirim.
Pûlis ji bo ku henekê xwe bi kalo bike got:
-Te lempa sor îhlal kir, ji bo wê ezê cezê bidim te. Lê ez cezê ji te ra binivîsim ya ji kerê ra? Heger ji kerê ra binivîsim 10 lîre ye, ji te ra binivîsim 20 lîre ye. Tu kîjanî dixwazî?
Kalê gundî got:
-Ji min ra binivîse.
Pûlis got:
-Qey te fêm nekir. Min got heger cezê ji kerê ra binivîsim 10 lîre ye û ji t era binivîsim 20 lîre ye, yanî cezayê kerê kêmtir e…
Kalê gundî got:
-Min fêm kir lawê min. Ez naxwazim kutuka/sicîla kerê xera bibe, belkî di rojên pêş da bibe pûlis…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE