21 september 2018

Xewn




Min xewnek dîd
xewneke gelkî ne xweş
xewneke bi xof
şiyar bûm
min dît ez bi tenê bûm
rabûm
rûniştim
xew li min geriya

xem û xeyal li min kom bûn
min xwe aciz nekir
bîna xwe ji wan teng nekir
ew xeyalên min bûn
xewnên min bûn
min himêza xwe ji hemûyan ra vekir
min hemû yek bi yek maç kir
hesreteke kûr di hundurê min da serî hil da
min ruyê xwe jê banede
hesret lezeta êşê ye
jiyana bindestan hesret e
ne wek ya xelkê ye
em çi bikin
ev para me ye


Mem Dogala Kekê Zinarê Xamo, ji hinga xanima te çûyî ve tu kabûsa dibîne. Bi tenê nemîne, here cem zaroyên xwe. Lê nexwe rewşa derûnîya ne baş e. Me pesnê xwe bi cenabê te dida û me digo tu bi biviran hûr nabê, çi bi serê te hatîye keko. 

Zinarê Xamo Na na, ne heqas jî, bi Xwedê xanim ne di bîra min da ye. Tenêtî xweş e. Lê xewn meriv dibîne, xanim hebe jî, tunebe jî.
Sebebê xewnên ne xweş ne xanim e, hal û ehwalê me kurda ye. Ma di vê rewşa malkambax da merivê çawa xewnên xweş bibîne?

Mehmet Akalp “Bi xwede xanim ne di bîra mindeye” ev te çi wateye mamoste? Bila xanim nebihize 

Sores Bladhede Xwnên xerbiyê me xembar û dilşad dike!

Ali Kut ku bi ya min bike, ê sibê bê qehwê, ez ê di pînîkêr de zora wî bibim, paşê dê hemû kabûsên wî birevin û bi şev fena zarokekî heta sibê di xew de, xewnên gulgulî bibîne! Ez dibêm bazarek baş e!

Xursîd Kaplan Ali Kut xewnên renkli))))


Renas Awdal Xewna te jî weke xewna Bedirxan Sindî ye. Weke xewnên her kurdeke bindest û damayî ye. Bi ewnehîya Xudê ewna te xêr be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE