22 september 2018

Şevê çûnî min careka din EZa Reşîdê Kurd xwend



Do derengê şevê ez ji facebookê û twîttê aciz bûm û min kompîtora xwe girt, qedehek Whisky ya xwe dagirt û ji bo tiştekî bixwînim ketim nav kitêban. 

Min dixwest çend şiîran bixwînim. 

Min çavê xwe li nav akitêban gerand. Min kitêba Reşîdê Kurd ”EZ” û ya Kamiran Alî Bedirxan ”KULîLKÊN EZÊB”  ji nav kitêban derxist û min çû li ser kursiyê xwe bera jêr da û dest bi xwendiba kitêba Reşîdê Kurd(1910-1968) ”Ez”ê kir.


Ez, min berê jî xwendibû, lê bêyî şiîra ”Basên Bêrûdê” jê tiştek di bîra min da nemabû. 

Ez bûbûm heyranê ”Basên Bêrûdê”, hemû şiîrên Reşîdê Kurd xurt in, wek qesreke bi destê hosteyekî baş hatibe lêkirin, hemû jî bêqusûr in, lê kêfa min gelkî ji ”Basên Bêrûdê” ra hatibû. Gelşeke rojane, civakî di şiîrê da pir bêqusûr taswîr kiriye.

Neyse min kitêb do bi şev qedand û dû ra jî bi dilekî dilşad çûm ketim nava nivînên xwe û ketim xeweke bibinî.

Ji ber ku Reşîdê Kurd serê xwe pir bi kurdî ra êşandiye, lema jî hakimê zimên e, ziman bi hosteyîyeke mezin bi kar anîye. 

Di şiîrên wî da çend gotinan bala min kişandin, hinekên wan min zanîbû, lê hinekên wan jî min ji bîr kiribûn,  min nizanîbû. 

Çend gotinên bala min kişandin min not kirin û dixwzim li vir belav bikim, belkî hinekên din jî jê feydeyê bibînin.



Zax. Xanim dema hevîr dikin û ard pir avê hil dide, dibêjin ardekî, bi zax e, yanî pir avê radike.

Qaqa reş. Qaqa reş” hêka reşa nîşana felaketê ye. Em li qaqa reş hesilandin, yanî felaketeke mezin anîn serê me. Dîsa, dema meriv ji yekî bêzar dibe, jê tê ”qaqa reş” yanî îlelahê…
Kîxwe. Nizanim ”kîxwe” çi ye.
Çêlekew. Maneya wê çêlika kewê ye. Em bûn çêlekew, em nikanin bifirin, bûn qûtên teryr û tuyan.

Lan. Bi tirkî dibên ”în”. Lanê hirşê, lanê berêz û ji bo însên jî meriv kane bibêje ”emê têkevin lanên wan.”

Berwar. Kêlek, li ser kêlekê, nigê min berwar şikiya.

Sergel. Di maneya serokê gel da bi kar aniye. Gotineke xweş e.

Babok. Li alî Dêrikê, Wêranşar û Qerejdaxê tê bikaranîn. Heger ez ne şaş bim tê maneya ez li bende te, li hêviya te mam lê tu nehatî.

Derewbêj. Ji dêlî derewçîn, gotiye ”derewbêj”, xweş e. Meriv kane bi kar bîne.

Sengel, sengele. Yanî xortên nuh digihîjin.

Namûskêş. Min li dereke din ev gotin nebihîstiye, gotineke xweş. Tê maneya bi namûs, filankeso merivekî namûskêş e.

Pêşdar. Bawer dikim tê maneya pêşeng, pîşdar.

Mizgînvan. Pir xweş e, tê maneya kesê mizgînê dide meriv.

Sekniwîn. Nizanim çi ye.

Zibare. Yanî IMC, karê meriv alîkariya hev dike, tu yê werî paliya min, ezê werim paliya te.
Gûn. Gotineke pir muhîm û xweş e. Tê maneya moral, reng. Meriv dibêje çima gûnê te tuneye, tu îro bêgûn xuya yî.

Werbêj. Gobilandin, ba digobilîne.

Salmidêr. Li gorî ferhenga kitêbê, gotineke kurdî-erebî  ye, tê maneya dirêjahiya salê, ji serê salê heta dawiya salê.

Gaz. Di maneya mîtroyê d aye, di dema osmaniyan da osmaniyan digotin ”arşin”, bi kurdî jî digotin gaz, gazek, du gaz.

Raz. Baş nizanim, lê li gorî ferhenga tê maneya sir, mahremê.

Hewante. Li Dêrikê û herêma Wêranşar û Qerejdaxê tê bikaranîn. Tê maneya wer ne rehet e, ne basît e. Mesela meriv dibêje wer ne hewante ye tu viya bikî. Hêvî dikim şaş di bîra min da nemabe. Hevalên zanin bira rast bikin.

Soxe. Weleh tam nizanim maneya wê çi ye. Lê tê maneya bêxwedî, jahrtêket, tiştekî wiha. Mesela ez kanim bibêjim soxa kêra min ko ye, nabire. 

Soxî. Tê maneya ez çi bikim, ji mecbûrî filan. Soxî, dibê em heta saetekê karê xwe biqedînin.

Ev çend gotinên bala min kişandin, lê helbet ne ev tenê ne, gelekên din jî hene.

Li gorî Wîkîpedîya kurdî nivîsîye gorrbihuşt berî bimre gotiye:

"Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê, ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were." 

Lê mixabin nexweşî zora vî şairê mezin û kurdperwerê hêja dibe û di 20ê çileya paşîn (20/1-68)bêyî ku Dêrikê bibîne wefat dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE