10 september 2018

Selda Bagcan xanim jî ji avabûna dewleta kurd dtirse



Selda Bagcana çep jî tirsa xwe ya avabûna dewleta kurd da der...

Faşîst, kemalîst, îslamîst ne bes bûn, dengbêja tirk û xwedêgiravî çep û îdola gelek xortên kurd Selda Bagcan xanimê jî tirsa xwe ya avabûna dewleta kurd daye der û gotiye  serokê Amerîkayê Trump dixwaze li herêmê dewleteke kurd ava bike...


Kî dewletê ava bike Selda xanim ne li dij e, lê heger kurd dewleta xwe ava bikin nabe, dewleta kurd ewê bibe strî û şîl û têkeve çavê Seldaya çep.

Selda Bagcan ne tenê li dijî dewleta kurd, li dijî perwerdeya bi kurdî jî derketiye û gotiye ”heger kurd bi zimanê xwe perwerde bibin ewê perçebûn çê bibe.”

Yanî wek Faşîst, kemalîst û îslamîstan Selda Bagcana çep jî dixwaze kurd ebedîyen bindest bimînin, bi zimanê xwe nexwînin û tu carî jî nebin xwedî dewlet.

Dibê hemû kurd baş bizanibin tirkê bixwaze kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet tuneye, hemû tirk(Beşîkçî ne tê da), dixwazin kurd ebedîyen bindestê tirkan bin û bibin tirk.

Mem Dogala Kekê Zinarê Xamo, ew ne ji bo tirsê van gotinên bêhnpêketî dibêjin. Ya dilê wan ewe ku baran hat û rengê wan Yê rastî derkete holê.
Silav û rêz.

Hozan Brader Wê roja kû 3 xortên Kurd li Iranê hatin dardekirin,li bajarê Wanê Kurda xwe li ber dengê Seldayê di hejand birako.Hevala Selda ne hindike.Zêde najo ser keko.

Şev Hesen Wê rojek bê ..tirsa hemû mirovên xêrnexwaz, ji bo mafê netewî ya miletê kurd ,
Mîna mejiya wan ê teng dilerizîne..wê roja dadmendî bê çendî bihna felekê dum bike, lê dewaleta kurdistana yek perçe wê hilê, ji ber perçebûna sînoran tenê li ser xakê ye ..di dilê kurda kurdisatan rastiye û pêkanîna xewna dilan wê li ber çavê hemû faşîstan wê bibe..
Silav

Kerim Koşar Min hewl da ku bi kilameke necaméré bersîvek bidémé, lé rastî berteka te ye di cîh de hatim. Spas bo hişyariya te hevalé Zinar.

Zinarê Xamo Gelek spas birayê delal. Heta ji me tê dibê em bi zimanê xwe binivîsin. Seldayê jî xwestiye kurd zimanê xwe fêr nebin.

XXX
Ferdê her miletî dixwaze ne bindest be, dewleta wî hebe, welatê wî pêşketî, modern û dewlemend be û gelê wî jî di nava xêr û bêrê da bijî.
Lê hemû kurd viya naxwazin, bi hezaran kurd li dijî azadî û serxwebûna kurda ne, naxwazin Kurdistan çê bibe, dixwazin bindest û êsîrên tirkan bimînin.
Ma ev ne bênamûsî ye?
Bi ya we, kurdê bûye hevalê dijmin û li dijî azadî û serxwebûna kurdan derdikve û bi dijmin ra şerê kurdan dike, heger ne bênamûs û xayin e, çi ye?
Ya jî dibê meriv çi navî li wan kesan ke?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE