19 september 2018

Sara Seppele: Ez kurd im û bi kurdbûna xwe serbilind im



Di hilbijartinên 9ê îlonê da 6 kurd ketin meclîsa Swêd. Serkan Kose, Lawen Redar û Kadir Kasirga ji partiya Sosyaldemokrat (S), Gulan Avci ji partiya Lîberal (L), Amineh Kakabaveh ji partiya Çep (V) û Sara Seppälä jî (wek Seppele tê xwendin) ji (SD) ji partiya Demokratên Swêd hatin hilbijartin û ketin meclîsa Swêd.


Sara Seppälä(Seppele) nîv kurd e, bavê wê kurdê Konyayê ye û diya wê jî danîmarkî ye. Mêrê wê fînî ye.
 
Nufûsa kurdan li Swêd  herî zêde li dora 100  hezarî tê texmînkirin. Ji vê nufûsa biçûk şeş (6) kes ketin meclîsa Swêd, ev ne tiştekî hindik e. Ev yek ji bo kurdên Swêd serketineke mezin e. 

Grûbên sê, çar, pênc, şeş carî ji kurdan zêdetir in, lê dîsa jî hewqasî serketî û entegre nebûne.

Ji ber ku SD(Demokratên Swêd) li dijî koçberiya bê kontrol e, xerîb dibêjin SDê partiyeke rasîst e û ji ber wê jî gelek kurd êrîşî Sara Seppälä dikin, hin gotinên ne xweş jê ra dibêjin, wê weka  ”mirîşka gêj” , cahil, nezan û biçûk dibînin, qerfê xwe pê dikin.

Dibêjin çawa xerîbek, kurdek kane bibe endama SDê?

Hin xortên kurd endametiya SDê bi kêmaqiliya Sara Seppälä girê didin, dibêjin ”rêya xwe şaş kiriye”, bûye wek ”mirîşkek gêj”!

Bi baweriya min dibê kurd neyartiya Sara Seppälä (bi kurdî wek sepele tê xwendin. Paşnavekî fînî ye) nekin.

Bêyê ku Sara Seppälä  tiştekî xerab kiribe ya jî ji bo kurdan tiştekî ne baş gotibe, êrîşî wê dikin. Sûcê Sara Seppälä  endametiya SDê ye, çima ji SDê bûye parlamenter? 

Sara Seppälä xwe înkar nekiriye û li dijî kurdan tu tiştekî xerab negoitiye… 

Di ser da her hevpeyvîna xwe da tim gotiye ”ez kurd im û bi kurdayetiya xwe serbilind im. Û ”ezê ji bo mafê kurdan micadelê bidim.”

Dibê ji bo me kurdan ya muhîm ev e, Sara Seppälä  xwe înkar nake û dibêje ewê ji bo gelê xwe jî micadelê bide.

Parlamentera kîjan partiyê ye, ji bo min qet ne muhîm e. Îdeolojiya wê, fikrê ez kanim ne pê ra bim, şaş bibînim, lê dibê ev eyek nebe sebebê ez dijminatiya wê bikim.

Bi baweriya min dibê kurd bela xwe di Sara Seppälä nedin û têkiliyeke baş pê ra deynin.

Em kurd miletekî bindest û bêwelat in. Em motajî alîkariya her partiyê ne. Dibê em wek hêzên çep, radîkal û îslamîst dijminatiya SDê û vê partiyê û wê partiyê nekin.

Her kurd ne mecbûr e bibe çep, sosyaldemokrat, moderat, lîberal û nizanim çi… 

Gerek em kurd çi li Swêd û çi jî li welatên din yên Ewrûpayê dijminatiya tu pertiyekê nekin, dibê em ji hemû partiyan piştgiriyê û alîkariyê bixwazin.

Rewşa me, halê me rê nade em wek hêzên çep û îslamîstan dijminatiya vê partiyê û wê partiyê bikin.
Dibê em nigê xwe li gorî orxana xwe dirêj bikin. 

Em miletekî bêkes û bêwealt in, em wek ereban, tirkan û miletên din  ne xwedî dewlet in. Em ji ber zulma tirk, ereb, faris û msilmanan reviyane û bi zor li vir stirî ne, kes zulmê û neheqiyê li me nake.

SD wek ereb, tirk, faris û Daîşê êrîşî me nake, me ji Swêd naqewitîne.

Çi îşê me bi dijminatiya SDê heye?

Dijminatiya SDê bi tu hawî ne li kara miletê me û ya kurdên li vir e. Dibê em di nava swêdiyan da ji xwe ra dijminan çê nekin. 

Dibê em Sara Seppäläyê û partiya wê, hevalên wê nekin dijminên xwe, ev ne siyaseteke rast e.

Dibê em kurd tu carî nebin hevalên hêzên çep, radîkal û îslamîst. Ev li zirara me ye.

Dibê em bi çepên radîkal ra hol nebin û nebin abûqat û şûrkêşê pakîstanîyan, afganîyan, somalîyan, ereban û afrîkiyan. Em nikanin, bira swêdî viya bikin.  

Îslamîst, ereb, somalî,  afgan, pakîstanî ji bo me sed qatî ji SDê xerabtir in. 

SDê ne dijminê kurda ye, lê ereb, tirk, faris û îslamîst neyarên kurda ne, li dera ew xurt bibin ewê me bifetisînin. 

Tiştên li welatên xwe tînin serê me, li vir jî ewê bînin serê me. 

Heger wiha dom bike ereb û îslamîst ewê li Swêd zêde û pir xurt bibin. Yê ji viya zirarê bibîne berî SDê em kurd in, erb, tirk û îslamî ewê me bifetisînin.

Tiştên li Fransayê, li Swêd tînin serê cihuyan(yahûdiyan) ewê bînin sere me jî.

Li her dera ereb, tirk û îslamî lê zêde bûne antîsemîtizim lê zêde bûye û bela xwe di cihuyan û di kurdan dane.

Li Malmo û Goteborgê cihû ji tirsa ereb û îslamîstan nikannin herin dêrên xwe îbadeta xwe bikin, malên wan, mekanên tahrîb dikin, yahûdiyan terorize dikin.

Ewê eynî tiştî û hîn jî zêdetir bînin sere me. Em bêkes in, dibê em bela xwe di SDê nedin.

Li welatên Ewrûpayê yên din jî dibê kurd bi hêzên çep û radîkal ra hol nebin, ev li zirara me ye.

Cihû wek me kurdan ne bêxwedî ne, dewleta wan heye, kane wan biparêze, gava debar nekan diherin Îsraîl. 

Le emê bi ku da herin?
Heger îslamîst li Swêd bi qasî SDê xurt bibin çû ji me kurdan da, berî her kesî ewê li hustuyê me siwar bin. Her roj ewê li me xin û me terorîze bikin.

Nuha 6 kurd kanin têkevin meclîsê, heger îslamî hinekî din jî cî bidin nigê xwe ewê nehêlin yek kurd jî têkevin meclîsê. Di meclîsê da jî ewê êrîşî kurdan bikin

Ji Fransayê di van çend salên dawî da bi hezaran cihu ji ber ereb û îslamîstan reviyan Îsraîl.

Belkî ji Swêd jî kesên reviyabin hene, lê ez nizanim.

Dibê bi qasî misqalekî jî şika xortên me yên dijminatiya SDê dikin tunebe, li her dera ereb, tirk û îslamî lê zêde bibin, ewê ji cihûyan xerabtir li me bikin. 

Û kesê me biparêze jî tuneye.

Lema jî ez êrîşkirina ser Sara Seppälä pir şaş dibînim. Gotinên wek ew “mirîşkeke gêj  e“ ne xweş e, dibê kurd bi vê uslûbê hev û du rexne nekin.

Tu ferqeke Sara Seppälä ji kurdên endemên partiyên din tuneye, SDê jî partiyeke swêdî ye.
 
Meriv kane cihê bifikire, baweriyên meriv cihê be, îdeolojiya meriv zidî hev be.

Lê dibê ev yek nebe sebebê meriv heqaretê li hev bike û hev û du biçûk bibîne.

Ji dêlî ku kurdên hatine hilbijartin neyartiya hev bikin, dibê wek kurd bi hev ra dost bin û ji bo kurdan bi hev ra tiştekî bikin. 

Dibê parlamenterên kurd yên partiyên din ji bo kurdan ji Sara Seppälä û ji partiya wê jî alîkariyê û destegê bixwazin, ne ku pê ra dijmnatiyê bikin û wê biçûk bibînin.

Hêvî dikim xortên kurdan ji kîjan partiyê dibin bila bibin, dev ji êrîşa ser Sara Seppälä û SDê berdin û xwe konsantreyî piştgiriya kurd û Kurdistanê bikin.

Di êrîşa ser Sara Seppälä û SDê da tu kara kurdan tuneye, zirara me heye. Sara Seppälä û SD bibin dijî me ne baş e, emê zirarê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE