21 september 2018

Rûsyayê qîlê xwe nîşanî me da



Dawiya dawî Rûsyayê qîlên xwe nîşanî me da û got Rûsya jî bi qasî Tirkiyê û heta hinekî jî jê zêdetir neyarê me kurda ye û ewê nehêlin kurd li Sûriyê mafekî herî biçûk, heta otonomiyê jî bi dest xin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li paytexta Bosnayê Sarayovoyê gotiye, ”Amerîka dixwaze li rojhilatê çemê Firêt dewletekê ya jî herêmeke otonom ava bike, lê ewê nehêlin."


Li gorî Lavrov, ”li Sûriyê metirisya herî mezin ji hêla rojhilatê çemê Firêt tê, ku ew herêm di bin kontrola hêzên kurd û hevpeymanên wan da ye. Amerîka piştgirya hêzên xwecihî yên wê deverê dike, otonomî û dezgahên dewletê dide avakirin. Ji bo ku em rê li ber van karan bigrin emê her tiştî bikin. Emê rasteras ji Amerêkiyê re bêjin û di Encûmena Ewlekariyê da jî emê li ser wê mijarê kar bikin, ji bo ku Amerîka van karan bidin rawastandin.”

Hûn dibînin çi xayin in, bêbav eynî wek wezîrê karên derve yê Tirkiyê peyivî ye.
Em li ku dixin, deng ji ku derdikeve !

Nuha baştir diyar dibe bê Efrîn çima bi wê namerdiyê dan tirkan. Di şerê Cîhanê yê Yekê da jî eynî xayinî bi kurdan û bi Hereketa Azadî ra kirin, bi mehan serî li kurdan gerandin, gotin emê sîlehan bidin we, lê xayinî bû, dixwestin kurdan bixapînin heta tirk xwe topî ser hev dikin û tedbîrên xwe digrin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi Qazî Mihemed ra jî eynî xiyanet û bêbextî kirin, alîkariya xwe ji ser kurdan qut kirin û hêzên xwe vekişandin, ji bo ku hêzên Îranê Kurdistanê rehet dagir bike.

Nuha jî wek Tirkiyê  kurdan tehdît dike, dibê emê nehêlin hûn otonimiyê jî bigrin.
Ev beyan îlana neyartiya kurda ye, segîtiya Tirkiyê ye. 

Hela ka em binêrin bersîva Amerîkayê ewê çi be?

XXX

Civîna Heyeta Ewlekariya Milî ya Tirkiyê 5 saetan ajotiye. Di belavoka civînê da dijmin dîsa kurd in, tirk tu carî bela xwe ji kurdan venakin.
Sing di erdê da naçe, heta "hima mîkut" nebîne.
Tirk bela xwe ji me venakin, heta zorê nebînin.
Mîkutê me îro Amerîka ye,
lê ew mîkut jî ne di destê me da ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE