24 september 2018

Rewşa me kurdan baş xuya nake



Me kurdên bakur bi çavekî pir mezin li kurdên başûr dinêrê, me hêviyeke mezin ji wan dikir, hêviya azadiya wan êşa bindestiya me bi me dida jibîrkirin. Me digot wa ye ji me hinek azad dibin, me bi vê dilê xwe şa dikir.

Lê kurdên başûr ji bin da kuş derketin. Meriv bala xwe nede wan baştir e, meriv kezebreşî û merezarî dibe.


Bi van serok û siyasemedarên başûr ne Kurdistan ava dibe û ne jî kurd azad dibin. 

Bi serokatî û rêberiya wan miletê kurd ewê bêtir perîşan bibe. Kî çawa dibîne nizanim, lê ez wiha dibînim.

Hêvî dikim ez şaş bim.

Kesên xwedî hêz hemû li dû berjewendiyên xwe ne, xebata ji bo milet demagojiye, milet dixapînin.

Bi kurtî serok û siyasetmedarên, partiyên Kurdistana başûr ez gelkî xeyalşikestî kirim.

Hema ne hûn bipirsin û ne jî ez bibêjim çima ?

Qapaxê ranekin, bira bîna genî li der û dorê belav nebe.

Her kes û ûjdanê xwe.

Bi peyva "kurdên başûr" qesta min ne milet e, partî ne, siyasetmedar û serok in. Dibê şaş neyê fêmkirin.

Suleiman Sulevani Ez jî hêvîdar im tu şaş bî!

Adem Cinar Çawa dibe ku bi çavên mik û mezin, li çavên pik û piçûk binêre!...

Mence Aldur Halé me kurda ne ti halé. Heryek” dibé ez û ne tikes”

Helim Yusiv Ez bawer nakim tu şaş bî.

Rêber Tusanî Bavê Rodî Heger Partiyên Başur Kurdistanê ava nekin
Tu destê xwe ji hersê parçen din bişu ... wê Kurdistanê bêxin qurbana Çepperestên Tirrrka u Misilmanên Ereba ....

Ism Ail heman gotinan hevalekî mîn ji Başûr jî tîne ziman. Berê Pêşmerge bû. Hêjî dibêje. Hêviya kurdên ji parçeyên din ji Başûr vala ye, bi taybetî Kurdên Bakûr, dibêje ku „me (qesta wî partiyên Başûr) ti carî tirkan wek dijmin nedîtiye, dijminatiya me li dijî ereban e, ne li dijî tirkan“

Lokman Polat Di herçar parçeyên Kurdistanê de ji xeynê(ji blî) Mesud Barzanî tu serok an sekreterê partiyeke Kurd serxwebûnê naparêzê...
Heger Kurdistaneke serbixwe were damezrandin ew jî dê li başurê Kurdistanê were damezrandin...

Mirza Merwani Xwezî tu şaş bûya.! Le sed mizabin, HÊVÎYÊ ME BERHAVÎTÎ kirin û Bakur û Rojava jî STEWR maye..!

Ism Ail Başûr li dijî şoreşa Rojhelat ligel dagirkên farisan şer kir, bi alîkariya farisan şoreşa Rojhelat bi dawî kir û partiyên Rojhelat dîl girt. Şoreş moreş li Rojhelat nema, bi hemû heza xwe ligel dagirkeriya tirkan li dijî Bakûr şer kir û hêjî şer dike, îro jî li dijî şoreşa Rojava şer dike. Mixabin wisa ye. Hezar Mixabin tespîten te rast in.

Zinarê Xamo Gelî birayên ezîz, ez li vir êrîşên ser tu partiyê qebûl nakim. Li ser nivîsa min, li ser rewşa me fikrên xwe bi zimanekî maqûl bibêjin, heqaret û îthamên ser partîyan ez qebûl nakim, di malperên xwe da bikin.
Şiroveyên êrîşkar ezê rakim.
Gelek spas

Ronak-ronak Ronak Ev helwestên wiha teqez nanê dijmin û sîxuran rûn dikin! Dilê kurdên dikoşîn jî ji xebatên wan sar dikin.
Eger mirov xemxurê welatê xwe û wek kurdek, azadî û serxwebûna vî gelî doz bike, pêwîst e rastî û nerastiya partiyan jî li ser kaxetan rêz bike, ew şûnde dikare helwesta xwe ya esas jî raveyî xwîneran bike!..
Bi rastî vê nivîska cenabê te, ez gelek madmayî hiştim ku yên wek we qaşo ku gelek salên xwe dane vê tekoşînê, hindik be xizmetek kirine û wiha bifikirin, êdî bila xwedê me bisitirîn e !!!

Zinarê Xamo Ronak, em wek hev nafikirin û ne mecbûr in hev îqna bikin. 
Tiştê ji bo te rast e, ji bo hinekên din ne rast e, ez naxwazim malpera xwe bikim qada şerê kesên ji partiyên cuda, kesên bi çavên neyaran li hev dinêrin.
Ev fikrê min e. Mimkûn e şêla min li gorî te şaş e, lê ez wiha difikirm û ne mecbûr im wek te bifikirim.

M Nuri İnan Wele eynî te rast nivîsandî ye.

Hejar Linevai Xwezî te şaş gotba, lê bi rastî jî bêhna miletî gelek teng kirye xewin û xeyalên wa bûne korsîk û pare, başûr kirin do parçe, parçek di bin destê Îran ê da û parçek di bin destê Tirka da, biryar jî ji Tehran û Enqere têt, man û nemana xwe kirin di destêt dojminê me da, her alîyek alîyê dî dike xaîyn, û rê li ber kûrdê parçên dî jî girtîne, û rê na din parçên dî jî serê xwe rakin,

Sabahattin Korkmaz Kek Zinar te got "Qral tazî ye", û ez bawer im te tercûmaniya milyonan kir. Mesela têkilî/munasebeta nav perçeyan, meseleyekî hesas e. Çewa ku divê kes (qesta min partî û grûbên siyasî ne) a xwe (îdeolojî, berjewendiyên xwe) îxracî perçeyên din neke, wisa jî divê li hamberê perçeyên din ne xemsar/bîgane bimîne, ne jî bibe dûvik û çepikvan. Ya herî rast ew e ku herkes îşê/wezîfa ber deriyê xwe bike, Helbet meyzandin û têkiliyên nav perçeyan divê li ser esasê xwişk/birayetî û dostaniyê werin avakirin. Dost ne ewin ku hema bi her awayî li çepikan dixin. Dost, xwişk û bira ji hev re ya tahl jî dibêjin. Û gere bibêjin. Ya rast siyaseta Bakûr (weke ku ne li Bakûr e, li Başûr e), zêde tedaxwilî nav kar û barê siyaseta Başûr e. Başûrî bi xwe belkî hewqas zimanê çors û xerakir li hamberê hev bi karnaynin. Helwestên bi vî rengî hem Bakûr nabe tu qonaxê, hem jî feyda xwe li Başûr nake. Ji xwe yên ku xêra wan ji wan re tunebe, xêra tune nagîje kesê jî. Ji wê bonê di kuncikekî piçûk de be jî, te "qapax" vekir. Mala te ava be. Ez ferqa te dizanim keko; piçûk mezin tu hesabê Zinarê Xamo, di siyasetê de û li vê dinyayê jî tune. Ya rast ewe ku herkes karê ber xwe bike û wezîfa ser milê xwe bîne cih.

Zinarê Xamo Kekê Sabahattîn, wek her tim te dîsa pir xweş gotiye û armanc û mexseda min pir baş raxistiye ber çavan. Meriv rastgo be peyvê, gotinê xweş dibêje.
Lê helbet rastgoyî tenê têrê nake, dibê meriv hostê gotinê be jî, sinet jî, edebiyat jî, huner jî, peyv jî bi merivê hoste xweş dibe, dibe sinet û edebiyat.
Kurt û kurmancî te ya dilê min pir xweş gotiye.
Ez çend caran fikirî me, min ji xwe ra gotiye, ev camêr ji abûqatekî bêtir dişibe felsefevan û edîbekî, çima bûye abûqat, min ji hev dernexist?
Lê bêguman di jiyanê da gelek tiştên meriv nizanin hene û gelek tesadufên ne di hesêb da derdikevin pêş meriv û meriv bi dil ya jî bêdil wan qebûl dike.
Kî zane çi bûye sebebê huqûqnasiya Sabahatîn korkmaz?
Lê meriv kane him huqûqnas be û him jî edîb û felsefevan be. Hin kes xwedî gelek qabîlîyet û huner in. Li dinyayê camêrên wiha pir in.
Resamê Mona Lîsa, Leonardo da Vîncî, ne tenê resam bû, ew mihendîs, muzîsyen, astronom, matamatîvan, mîmar, fêlozof û nizanim çi û çi bû.
Ez begerim ser mesela başûr.
Birayê ezîz, heçî mesela Başûrê Kurdistanê ye bawer bike ez ne dijminê tu partiyê û tu serokî me. Ji bo min ya muhîm dostî, hevkarî, yekîtî û serketina wan e. Ji bo ku ez viya nabînim ez gazinan dikim, rexne dikim.
Lê helbet belkî ez şaş im, belkî di rexneyên xwe da ez neheq im. Ev jî mimkûn e. Ez viya red nakim. Lê ez baweriya xwe, fikrê xwe, rast, şaş dibêjim.
Û gava ez fikrê xwe dibêjim ez ji bo tu kesî, tu serokî û tu pariyê îltîmazê nakim.
Kî dibe serokê Îraqê, li ser kê li hev dikin, hin fikrên min li ser kesê namzed hebin jî ji bo min ne muhîm e, ya muhîm bi hêzên kurd bi tifaq bin.
Min berê jî got, wek şexs kêfa min ji Berhem Salih ra nayê. Di nava YNKê da kêfa min ji Kosret û Mele Bextiyar rat ê.
Yanî ne ku ez piştgiriyê didim Berhem Salih û li dijî hinekên dî me. Na, gazina min ji bêtifaqiya wan e, dibê yeko yeko neçin ba ereban û gorra hev nekolin. Dibê wek milet, bi hev ra doza mafê xwe bikin.
Salek berê referandûma serxwebûnê bû. Van hêzan gotin serxwebûn. Dibê nuha li ser kursiyeke zêde ne muhîm bi hev nekevin. Evy ek zirarê dide hemûyan.
Lê tiştê ez dibînim, îro ro tifaqa wan ne mimkûn e. Li ba wan berjewendiyên şexsî û partîtiyê ji yên netewî muhîmtir in. Û ev ne yekalî ye, herdu alî, ya jî hemû alî jî dikin.
Hêvî dikim ya biaqil bibin ya jî hêzek wan mecbûrî tifaqê bike.

Bube Eser Kekê Zinar xwezî te negotibe "me kurdên bakur" ji ber ev bêje weke tu temsîla hemî kurdên bakur dike. Lê te gotibe min an ez weha difikirîm dê baştirbe wê gavê ew nivîs tenê wê te girêbida. Ez bi xwe weke cenabê te nafikrim û qet jî ne li gel vê dîtinê me. Lê hurmet digirim ku divê her kurd nerîna xwe bi azadî bêjin. Lê ne li ser navê kurdan. Silav

Zinarê Xamo Bubê, min gotiye "Me kurdên bakur bi çavekî pir mezin li kurdên başûr dinêrê, me hêviyeke mezin ji wan dikir..."
Ma ev ne rast e, ma ev vir e?
Ma ev dîtina min tenê ye?
Û dû ra jî min gotiye ji ber ku bi hev ketin, ji ber ku ketine halê îro hêviya me şikandin, pûç derketin.
Ma ev jî derew e?
Ma nuha di nava kurdên bakur da li ser başûr ez tenê hêvîşestî bûme?
Kurdên bakur li ser partiyên başûr 5 sal berê çi difikirîn ma îro jî jî eynî tiştî difikirn?
Ma di nava kurdên bakur da ez tenê ji rewşa kurdên başûr gazinan dikim?
Tu jî kanî bibêjî ez wek te nafikirim, li başûr her tişt baş e, bêtifaqî tuneye, milet di nava kêf û zewqê da dijî û xelas...

İbrahim Yalçin Wexta kürde başür bere xwe dan bexdaye ü kurde bakür bere xwedan ankere işeme zore. tu rast dibeji.

Mehmet Fauzi Özmen Lê Tu rexneyen Tê lê ser îxanetkaren bashura rojewê nînîn chîma ? Hebêkî lê îxaneta malbeta Talabanî, pkk u Goran, partîya Gapîr bîsêkînîya e hîn bash bîba. Kekê Heja.

Zinarê Xamo Mehmet Feuzi Ozmen, heger tu viya ji min ra dibêjî tu pir eyb dikî!

Li ser îxaneta 16ê oktobêrê belkî min bîst, sîh carî nivîsî û kesên Kerkûk firotin dijmin rûreş û mahkûm kir.
Lê her tişt cî û wexta xwe heye, nabe meriv di nivîsekê da her tiştî bibêje.
Ya dn di nivîsa xwe da min navê tu partiyê û tu kesî nedaye, min bêtifaqiya hêzên Kurdistana başûr rexne kiriye. Çima ezê qala tiştên cuda û beşên Kurdistanê yên din bikim?
Her tişt di ciyê xwe da heyran !



Mehmet Fauzi Özmen Zinarê Xamo mîn lê ser wê nîvîsa Tê ye îro rexne kîrîye. Lê kû Tê ew rexneye mîne pîchûk wêkê Eib dîtîye, ew bê Têhammîla Têye keko
Mîn rexneye Têye lê ser hîlbîjartîna Sero komare Iraqe wêkê Qabala dît. Kû Tê hemû yek gîrtîne. Tu. Rexneyen Tê lê ser serok komar mahsum tuneye. Ew jî kurde lê merîk alîkare xelqî xwe î kurd u kurdîstane nînê.

İlhan Hikmet Geylani Gelek keyfxweş bûm ku piştî demeke dirêj' camêrekê nivîsek bi dilê min nivîsî. Ji mêjve ye ya ku di dilê min de a niha hate ziman. Li ser siyaseta başûr hêj gelek tişt hene werin gotin lê hêvîdarim ku bêne ser hemdê xwe, destxweş mamê zinar.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE