08 september 2018

Rev bûye qedereke kurdan ya ebedî



Kurd dîsa ji welatê xwe direvin. 

Rev bûye qedera kurdan ya ebedî.

Kurd dîsa welatê xwe, dost û hevalên xwe, hezkiriyên xwe li dû(lipey) xwe dihêlin berên xwe didin muhaceretê, ji ber zulm û terora dewleta tirk bi çol û çepelan dikevin.

Di salên 1980î da em jî ji ber terora cûnta leşkerî reviyan. 

Îcar dora hinekên din e; îcar rev bûye qedera hinekên din.


Ev 150 sal in kurd nifş li pey nifş ji ber zulmê welatê xwe diterikînin û bi çolan dikevin, li vî welatî û li wî welatî dibin mahcir û ji koka xwe qut dibin û dihelin.

Dema em reviyan me got piştî çend salan emê vegerin. 

Lê em venegiriyan. 

Em man, em bûn alman, bûn îngilîz, bûn fransiz, bûn swêdî û danîmarkî, bûn norweçî, bûn îswîçrî, bûn û bûn…

Yên nuha direvin jî ewê venegerin, ewê jî wek me bibin alman, fransiz, hollandî, swêdî û norweçî, bibin û bibin…

Û emê hemû bi hev ra bihelin, bibin swêdî, alman, îngilîz, fransiz û norweçiyên bi eslê xwe kurd.
Yên berî me reviyabûn jî heliyan.

Nahêlin em li welatê xwe, di nava qewmê xwe da bijîn, şax vedin, geş û gurr bibin…
Ev qeder bû ya pêşîyên me jî. 

Sed, sedûpêncî sal berê ew jî reviyan û ew jî wek me heliyan. 

Ew jî bûn misrî, lubnanî, urdunî û fransiz…

Yên nuha direvin jî ewê venegerin, ew û zarokên xwe jî ewê weka me bihelin û bibin îngilîz, fransiz, alman û swêdî…

Heta em wiha bindest bin, heta em bê welat û bê dewlet bin, rev û mahcirî ewê tim qeder û para me be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE