29 september 2018

Piştî hasil çû mûsil dibêje



Prof. Qedrî Yildirim, 9 meh berê ji telewîzyona Kurdistan 24ê ra gotiye:

 ”3 sal in parlamenterê HDPê me. Di nava partiyê da min pir rica kir, pir israr kir. Min got di nava HDPê da hewqas komîsyonên me hene, bira komîsyoneke kurdolojiyê jî hebe û di vê komîsyonê da em li ser zimanê dayikê bixebitin. 
Lê çi hefy, ev rica û israrên min bedilhewa çûn.

Min kir ne kir, min nikanîbû komîsyoneke kurdolojiyê bi wan bidim avakirin. Ev jî nîşan dide, HDP jî  di nav da, tu eleqeyeke partiyên di meclîsê da bi zimanê kurdî ra, bi zimanê dayikê ra tuneye.”

Qedrî Yildirim viya gotibe jî lê tê ra xwe şerê wê nekiriye, dibê ev yek ne hewqas dereng, di destpêkê da bigota û vekirî şerê wê bikira. Piştî ku ew nekirin namzed dibêje. Te berê bigota, tu berê derketa telewîzyonan û te bigota ez wiha, wiha dibêjim lê kes guh nade min.


Piştî ku hasil çû Mûsil ji me ra dibêje efendim min wiha, wiha got, lê kesî gurra min nekir.
Piştî tirrê kezîkurê...

Li alî din bi milyonan kurd hîn jî rayên xwe didin vê partiya komîsyoneke kurdolojiyê ava nake. 

Kes ji berpirsiyarên partiyê ra nabêje çima hûn komîsyoneke kurdolojiyê ava nakin?

Çima hûn di meclîsê da û li derî meclîsê têra xwe micadela perwerdeya zimanê kurdî nakin?

Çima hûn vê meselê nabin qadên navnetewî û vê daxwaza kurdan tim aktuel nakin?

Ma hûn nûnerê çi ne, me ji bo çi ray da we?

Kurd tim wiha ne, ji xelkê ra masiyan, ji xwe ra kûsiyan digrin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE