25 september 2018

Nizanim rehet canim



Ji derdê milet carnan tiştê pir xerab tê bîra min.

Hema nuha, ji nişka ve min got xwezî ez anelfabet bûma, yanî min nizanîbûya bixwenda û binivîsiya. Serê min ewê pir vehesiyayî bûya.

Ne minê "bela" xwe di xelkê bida û ne jî xelkê ewê "bela" xwe di min bida û ez bidama ber kevir û kuçika...


Zanîn di civatên paşdamayî, misilman da ji meriv ra dibe gelş û tahlûke. Her kes dixwaze tu wek wan bî, wek wan bifikirî.
Nezanim rehet canim...
Hewqas...

Mustafa Bilge Cehaletî carna bextewariye 

Bube Eser Kekê Zinar yên serê wan diêşin, rexne li wan têne kirin divê tu bizanibie wan ji bona gelê xwe her di nava tevgerê dene û dixwazin tiştên baş bibe. Loma tu karê xwe helwesta xwe berdewam bike. Silav

Samuel Saumuel Simko Tujî ne bixwîni nejî binivîsîni minanın biki xalo jixwere tenê vexwe

Zinarê Xamo Şûşên min li pişt min in, ez texsîr nakim.

Phiratte Baranne Xalo ez dibêm qey tu pirr xwe diêşînî ser hin meseleyan. Ev çi depresyon e mala te! 
Zinarê Xamo Xorto jiyan bê gelş nabe. Berxwedan jiyan e...:))!

Hin dost û heval gazinan ji min dikin, dibêjin tu neheqiyê dikî, tu zêde didî nav. Heta wek bibêjin "tu dîzmê derbas dikî"!

Heyran bawer bikin, navê gur bi harî derketiye, lê rûvî dinya xera kiriye.
Bela xwe ji min vekin, xerabî ji min nayê, bala xwe bidin rûviyên der û dorê.

Suleiman Sulevani Xwezî "xirabên" weke te nav me de zêde hebin!

Zinarê Xamo Sax bî birayê hêja.
Lê normal e, li ber çavê hin kesan ez kanim xerab bim. Ez xwe aciz nakim, normal dibînim. Ne mimkûn e her kes bi fikrên min ra be û bibêje her bijî !
Heqaret, tinaz ne tê da, ez xwe ji tu rexneyê aciz nakim...

Emin Kaya Ew kîjan kêmaqil wisa dibêje, mamo bi Xwedê tu çi dibêjî hemû jî rastiyê dibêjî

Zinarê Xamo Gelek spas emîn. Normal e. Her kes ne mecbûr e wek hev bifikire...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE