21 september 2018

Min lawikê xwe şand seferê...



Min lawikê xwe şand seferê, bi hêviya belkî mêrekî çê jê derê, çû, hat dîsa kerê berê, dîsa ehmeqê berê..

Wiha ye, tu çi bikî jî ji hesenê xerab şûrê baş denayê. Gava totik vala be ne tarîx û serpêhatî pere dike û ne jî gotin.


Hêvî dikim Xwedê aqilekî baştir bide me kurdan, ji bo em derxin ji dilê xwe van kul û derdan û wek xelk û alemê bigihîjin mirad û mexsedan


Meriv ji birînên xwe dihewisa hekîmîyê. Lê partiyên me, serok û siyasetmedarên me ne ji birînên xwe dihewisin hekîmiyê û ne jî tu ders jê digrin. Ji bo wê jî her ku diçe birîn li wan diaxivin, girantir dibin.

Sebebê bindestiya me em bi xwe ne, ne xelk e, ne ewrûpî ne.

Dibêjin efendim îngilîzan, fransizan, emerîkiyan, rûsan alîkariya me nekirin , em kirin bindestê ereb, tirk û farisan.
Ez dewlet bim ez jî alîkariya miletekî wiha bêtifaq û neyarê hev nakim. 

Nuha Amerîka li başûrê Kurdistanê dev ji piştgiriya kurdan berde ma neheq e?

Piştî hewqas malwêranî jî li hev nakin.

XXX
Civîna Heyeta Ewlekariya Milî ya Tirkiyê 5 saetan ajotiye. Di belavoka civînê da dijmin dîsa kurd in, tirk tu carî bela xwe ji kurdan venakin.

Sing di erdê da naçe, heta "hima mîkut" nebîne.

Tirk bela xwe ji me venakin, heta zorê nebînin.

Mîkutê me îro Amerîka ye, 

lê ew mîkut jî ne di destê me da ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE