24 september 2018

Min îro çi kir ?



Îro roja payizê ya herî sar e. Piştî nîvro wek her roj derketim meş û piyaseya rojane.
Min berê xwe da gola me.
Gera li dora golê xweş e, kes tuneye, der û dor pir sakîn e. Çend kes ya kûçikên xwe li wan deran digerînin ya jî wek min ew jî dimeşin.
Pêşî gol e, li pişt golê zinar û daristan e. Li milê rastê daristan e, hawirdor hişnayî û bêdengî ye.


Hewa cemidî ye, bayekî pir sar tê.
Min li asîman nêrî, dinya çîk sayî ye.
Roj heye, lê dîsa jî dinya sar e.
Bayekî pir cemidî tê.
Ez poşman bûm, min qazakî tenik li xwe nekir.
Destên min cemidîn.
Min got xwezî min lepik kiriba destê xwe.
Qey ji ber hewa sar e îro zêde kes tuneye.
Xanimek du kûçikên xwe yên pir biçpk digerîne.
Du kal û pîr dimeşin. Du bi darik dimeşin.
Xanimek ciwan geda wê di erebê da ye digerîne.
Em bala xwe didin hev, ew zû dimeşe, ji min dibihure.
Li kêleka golê yek masî digre. Ez di ber ra desrbas bûm.
Jê hinekî wê da min bîstekê bala xwe da ordegan.
Min bala xwe dayê ordeg jî wek însên şer dikin, di nava wan da jî yên şerûd hene. Hinek direviyan û hinekan jî bera didayê…
Ez çûm ba yê masîvan, yekî xerîb bû, berçavkek reş li ber çava bû min fêm nekir ji çi miletî ye. Durfê latînemerîkiyan pê diket. Min got tu kanî rismekî min bigrî, got helbet.
Nîka di destê xwe danî kêlek xwe.
Min telefona xwe dayê û camêr du sê rismên min girtin. Sê heb bela tewş in, lê yek baş derketiye.
Ji malê ra hin tiftar lazim bûn. Piştî bîstek meş, min îcar berê xwe da markêta me. Dera ku ne mecbûr bim naxwazim herim bibînim. Ne wek çend sal berê ye, bûye cî û meskenê ereb, afgan, pakîstan, pêxwasan û reşikan. Piranî somalî û misilman in. Bêkar in. Li meydanê kom dibin û dikevin şêwr û mişêwran. Zêde qelebalix e.
Li meydanê fêkîfiroşek heye, kurdekî betlîsî ye, lê hemû karkirên wî ereb in. Ew jî ne bi dilê min e.
Wê rojê min bala xwe dayê muzîka erebî daye ser, min got xorto, tu kurd î û dezgeh jî ya te ye, çima tu muzîka kurdî lê naxî, lê ya erebî lê dixî?
Got mamo, ez es naf im, karkirên min ereb in û piraniya mişteriyên min jî ereb in. Bira dilê wan xweş bibe. Lê ez muzîka kurdî, tirkî, swêdî, îtalî, farisî jî lê dixim, ez mîks dikim. Naxwzim dilê kesî bimîne, dixwazim adil bim…
min dirêj nekir, min dev jê ber da. Belkî jî camrê bi heq bû…
Lê ez bûma min muzîka erebî û tirkî nedida ser.
Lê her kes ne ez im û wek min nafikire…
Min îro tiştek ji ser nekirî.
Ez çûm ketim dikanê, min hinek fêkî, sebze û mast kirî.
Di vê nabênê da min hinara payizê ya pêşî jî kirî. Ez naxwazim tiştê, malê Tirkiyê bikirim, lê li markêta me, bazara derve bi piranî malê Tirkiyê ne, mev mecbûr dibe.
Gava meriv kal dibe meriv li xwarin û vexwarina xwe bêtir miqate ye. Ya jî bi zixta xanimê ez wiha bûme.
Dibêjin di hinarê da vîtamîna C û hesin pir heye û kolestrol û şekir denge dike. Yanî fêkîyekî ji bo sihetê baş e, lema jî carnan dikirim. Ji hinarê hez dikim lê xwarina wê zor e. Lê ji ber feydeya wê, xwedgiravî rê li ber nexweşiya dil digre û nizanim ji çi û çi ra baş e, lema jî min kirî.
Ez hatim mal, tiştên xwe di dolabê da bi cîr kir û dû ra jî qahwa kurdî da ser.
Qahwa kurdî ya bi hêl, bi kakule pir xweş e. Ez rojê carê ya jî du caran çê dikim.
Ez bi şîr çê dikim û qahwê jî hinekî zêde diximê pir xweş dibe. Wek hingiv bi ezmanê devê meriv ve dizeliqe, devê meriv pûç dike, wek çiya giran…
Dû ra xanim ket bîra min, min telefon kir, lê bersîv neda. Kêf kêfa wê ye çima ewê bersîvê bide.
Êdî ez newêrim qala xanimê jî bikim, alem ji min ra dike serhevde.
Bi Xwedê derdê kurda nayê kişandin. Tiştê ji bo me eyb dibînin yê xelkê wek edebiyata bilind dixwînin.
Dû ra dîsa her tişt hat wezna berê, dîsa min xwe da ber kompîtorê, bi swêdî em jê ra dibêjin data, min xwe da ber data xwe û şirove û rexneyên li min hatibûn girtin xwendin.
Min bersîv da hinekan û yê hinekan jî hewcew nedît.
Û min bîstekê jî bala xwe da facebookê û twîttê, çend gotin li wir nivîsî, çend gotin li ya din.
Û dû ra ev nivîs û roj qediya…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE