20 september 2018

Miletê kurd ji destê van partiyan ewê hîn pir bikşîne

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed


Mala bêtifaqî kete wê, zû dereng ewê belav bibe. Pêşiyên  me ev yek fêm kirine û lema jî wek şîret gotine:

“Maleke bi tifaq bergendî êlekê ye, êleke bi tifaq bergendî dewletekê ye.”

Di  nava “êla” me da tu carî tifaq çê nebû, ji bo wê jî em ketin bin destên xelkê û man di vî halê zelûl, pur û perîşan da.


Wa ye PDKê û YNKê wek min texmîn dikir li ser kursiya serokatiya Îraqê li hev nekirine. 

YNKê Berhem Salih wek namzedê xwe yê serokatiyê îlan kir û PDKê jî got “Berhem Salih ne namzedê me ye, emê jî namzedê xwe nîşan bidin.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di Rûdawê da gotiye: 

”YNKê bi awayekî yekalî Berhem Salih wek berbijêrê serokomariya Iraqê destnîşan kiriye û ji bo vê postê emê jî namzedê xwe destnîşan bikin. Li gorî xalan postê serokkomariyê yê me ye.”

Gelo PDK Mesûd Barzanî neke namzêdê xwe?

Çi bibêjim, her tişt mimkûn e. Qey heta sibe ewê diyar bibe namzedê PDKê kî ye...

Yanî bêtifaqî berdewam e û lema jî têkçûn ewê tim para wan be.

Ji zû da ye min hêviya xwe ji van serok û partiyan qut kiriye, heta kurd ji van serokên bûne neyarên hev û bêyî berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî tiştekî din nafikirin xelas nebin, kurd nagihîjin armanca xwe.

Hêvî dikim Amerîkayê wek dagirkirina Kerkûkê dest ji ber kurdan bernedabe.

Heger Amerîka li başûr dest ji ber kurdan bikşîne tavilê ewê şerê hev bikin û dû ra jî erebê îşê wan biqedîne û yekê bireve, here têkeve bin dawa Îranê û yê din jî ewê here têkeve bin dawa Tirkiyê.

Lê hêvî dikim Amerîka nehêle ev trajedî were serê kurdan….



Ev jî nivîsa min ya do ya li ser vê mijarê. Min gotibû ewê li hev nekin, texmîna min rast derket.


Partiyên kurd li ser kursiya serokkomariya Îraqê ketine reqebetê. Ev kursî mafê kurda ye. Heger li ser yek namzedî li hev nekin ewê tam xwe pîs bikin. Û bi îhtîmaleke mezin jî ewê li hev nekin.

Ji ber neyartiya hev Kerkûk dan dijmin, nuha jî ewê vê kursiya bêdesthilat ji destê xwe derxin, ya jî zilamekî ereban bikin serok.

YNKê, PDKê û Goranê hîn li ser nûnerê xwe yê serokatiyê li hev nekirine û belkî li hev nekin û vê kursiyê jî ji destê xwe derxin.

Ya jî dîsa yekî wek Fûad Masûm bibe serokê Îraqê.

Bi dîtina min ji dêlî yekî wek Fûad Masûm li ser navê kurdan bibe serok, kurd wenda bikin baştir e.

Tiştê ez dibînim dijminatiyeke şexsî, malbatî û madî ya pir kûr di nabêna serok, siyasetmedar û partiyên başûrê Kurdistanê da heye û ev kes tu carî dev ji van neyartiyên xwe bernadin û ji bo berjewendiyên netewî nayên ba hev. Amerîka tiştekî neke, ji van kesan pir bê hêvî me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE