16 september 2018

Ma meriv qala gelşan neke baştir e?



Ez pir û pir qala girîngiya zimên dikim. Ji salên 1980î da ye bênabên vê mijarê dubare dikim. Belkî 400-500 nivîsên min li ser vê mijarê hene. Ez wer texmîn dikim gelek nas, dost û heval ji vê dubarekirina min nerehet dibin, dibêjin "êdî bes e, te em kerr û kêj kirin." 


Hinek jî eşkere vê nerehetiya xwe dibêjin. Qala zor û zahmetiyên welêt dikin. 

Rast e, şertên Kurdistanê, halê milet tê da pir xerab e. Ez viya dibînim gelkî jî pê diêşîm.

Ez hevalên ji nivîsên min nerehet dibin fêm dikim û belkî bi heq bin jî. Lê dibê meriv nivîsên min şexsî qebûl neke, mesela me siyaseta dijminê me ye û li hemberî asîmîlasyonê em wek partî û wek şexs kanin çi bikin?

Gelo ez qet qal nekim baştir e?

Dibê meriv fikrê xwe nebêje, xwe sandor bike? Gava meriv tiştek şaş dît dibê meriv fikrê xwe li ser wê şaşiyê nebêje? 

Heger nebêje ewê kara wê, fêda wê çi be? Li ser vê meselê ez pir difikirim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE